Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Almanyayê ji Rûdawê re ragihand ku hîn dema vekirina balyozxaneya wan a li Şamê diyar nîne.
Lê wezaret "bi hemû hêza xwe" dixebite da ku dest bi pêşkêşkirina xizmetguzariyên ji bo welatiyan bike.
Wezaretê her wiha tekez kir ku li ser vegerandina Sûriyeyiyan û avakirina wî welatî, Berlîn û Şam di nav dan û standinên "nêzîk û berdewam" de ne.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Almanyayê îro pirsên Tora Medyayî ya Rûdawê bersivandin.
Pirsên Rûdawê li ser dan û standinên di navbera Hikûmeta Federal a Almanyayê û hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê de bûn.
Dan û standinên berdewam
Wezareta Karên Derve ya Almanyayê di daxuyaniya xwe de ev tişt anîn zimên:
"Hikûmeta Federal li ser hemû astên pêwendiyên dualî bi hikûmeta Sûriyeyê re di nav dan û standineke nêzîk û rêkûpêk de ye. Mijara vegerê jî di nav van dan û standinan de ye.
Mijarên sereke yên gotûbêjan avakirina welêt, bipêşketina aborî û dabînkirina mercên guncav ên ji bo piştgiriya vegera dilxwazî ne."
Berdevkê Wezaretê li ser siyaseta koçberiyê jî axivî.
Wî bal kişand ser vegerandina dilxwazî ya ku di bin çavdêriya Wezareta Karên Navxwe de tê birêvebirin.
Balyozxaneya Beyrûtê berpirsiyar e
Wezaretê li ser nûneratiya dîplomatîk a li Sûriyeyê diyar kir ku hîn dema destpêkirina karên Balyozxaneya Almanyayê ya li Şamê "diyar nîne."
Berdevkê Wezaretê her wiha got, "Wezareta Karên Derve bi hemû hêza xwe dixebite da ku xizmetguzariyên ji bo serdana xelkê ji nû ve dest pê bikin."
Wî da zanîn ku heta vekirina Balyozxaneya Şamê, ji bo kar û barên xizmetguzariyê Balyozxaneya Almanyayê ya Beyrûtê dê berpirsiyar bimîne.
Serdana Serokkomarê Sûriyeyê
Zêdetirî salekê piştî rûxîna desthilata Beşar Esed, Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer 30ê Adara îsal çûbû Almanyayê.
Ev serdana wî ya fermî ya yekem a ji bo Berlîna paytexta Almanyayê bû.
Di wê serdanê de, Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz û Wezîrê Karên Navxwe Alexander Dobrindt tekez kiribû ku avakirina Sûriyeyê û vegerandina penaberan ji bo wan mijarên sereke ne.
Almanyayê 200 milyon euro alîkarî ragihandibû. Di çarçoveya wê de, Banka KfWyê bi qasî 119 milyon euro wekî bexş dabîn kiribû.
Serowezîr Merz her wiha di wê serdanê de hêviya xwe anîbû zimên ku di sê salên bê de, nêzîkî ji sedî 80yê penaberên Sûriyeyî yên li Almanyayê vegerin welatê xwe.



