Pekîn (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Parastinê ya Çînê ji Rûdawê re ragihand ku Pekîn amade ye ji bo rawestandina şer, kêmkirina aloziyan û aştiyê li Rojhilata Navîn zêdetir bixebite.
Berpirsê Ofîsa Tora Medyayî ya Rûdawê ya Çînê Mehdî Ferec ji Berdevkê Wezareta Parastinê ya Çînê Zhang Xiaogang pirsî:
"Çîn alîgirê kêmkirina aloziyan e. Îran hevpeymana we ye. Îran û komên Îraqê yên ku alîgirên Îranê ne hezar carî êrişî Herêma Kurdistanê kiriye. Hûn çawa li vê yekê dinêrin?"
Zhang Xiaogang di bersiva pirsê de ji nûçegihanê Rûdawê re got:
"Çîn amade ye ku naveroka pêşniyara 4 xalî ya Serok Xi Cinping bişopîne.
Çîn amade ye zêdetir pêbendî rawestandina şer û bipêşxistina aştiyê, kêmkirin û aramkirina aloziyan û vegerandina aştî û aramiyê ya li Rojhilata Navîn be.
Em di vê rêyê de hewlên bêrawestan didin."
Êrişên li Herêma Kurdistanê
Şerê Amerîka, Îsraîl û Îranê 28ê Sibatê dest pê kir û yek ji wan cihên ku herî zêde ji aliyê Îran û hêzên nêzîkî wê yên li Îraqê ve rastî êrişan hat Herêma Kurdistanê bû.
Bi taybetî di warê bazirganî û enerjiyê de pêwendiyeke xurt a Îran û Çînê bi hev re heye.
Çîn kiryara sereke ya petrola Îranê ye.



