Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Alicanteyê yê Spanyayê dizan ji Muzexaneya Villenayê 66 perçeyên Xezîneya Villenayê dizîn ku wekî yek ji koleksiyonên zêr ên herî girîng ên serdema beriya dîrokê yên Ewropayê tê qebûlkirin.
Cendirmeyên Spanyayê li ser dizîna berhemên Xezîneya Villenayê ya li Alicanteya li başûrrojhilatê welêt, dest bi lêpirsînê kir.
Di nav çend xulekan de dizîn
Li gorî nûçeyên çapemeniya xwecihî îro di saetên destpêkê yên rojê de diz di pencerê re ketine Muzexaneya Villenayê û di nav çend xulekan de hemû 66 perçeyên di koleksiyonê de dizîn.
Piştî bûyerê tîmên polîs û cendirmeyan derdora muzexaneyê xist bin çembera ewlehiyê.
Di çarçoveya lêpirsînê de li cihê bûyerê delîl hatin komkirin û dîmenên kamerayên ewlehiyê hatin kontrolkirin.
Rayedaran heta niha derbarê hemû berhemên ku hatine dizîn û zerera madî de ti daxuyaniya berfireh nedaye.
1963yan hatibû ditîn
Arkeolog Jose Maria Soler, sala 1963yan Xezîneya Villenayê keşif kiribû.
Koleksiyon bi giştî ji 66 perçeyên zêr, zîv, hesin û kehrîbarê pêk tê.
Yek ji taybetmendiyên herî balkêş ên xezîneyê ew e ku du berhemên di nav koleksiyonê de ji hesinê meteoran hatine çêkirin.
Lêkolînan derxistiye holê ku ew berhem bi hesinê perçeyên meteorên ku li dinyayê ketine hatine çêkirin.
Xezîneya Villenayê ku tê nirxandin a serdemên beriya dîrokê ye, ji ber ku gelek berhemên zêr û materyalên kêmpeyda tê de hene wekî yek ji koleksiyonên arkeolojîk ên herî girîng ên Spanyayê tê qebûlkirin.
Tîmên cendirmeyan ji bo dîtina berhemên hatine dizîn û desteserkirina dizan lêpirsîna xwe didomînin.



