Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji bo vegerandina dîplomat û karmendên xwe yên li Rojhilata Navîn amadehiyê dike.
Ev dîplomat û karmend beriya şerê Îranê û di dema şer de ji balyozxane û konsulxaneyên herêmê hatibûn derxistin û ew der hatibûn valakirin.
Ev gav wekî nîşanekê tê dîtin ku îdareya Trump pêşbîniya derketina şerekî berfireh û giştgir nake.
Vegerandina dîplomatan vê hefteyê dest pê dike
Li gorî belgeyeke Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ku ketiye destê rojnameya New York Timesê, pêvajoya vegerandina dîplomat û karmendan dê ji vê hefteyê pê ve dest pê bike.
Her wiha dê rêbazên awarte yên li balyozxane û konsulxaneyên Amerîkayê jî werin kêmkirin.
Ev biryar balyozxane û konsulxaneyên Amerîkayê yên li Îraq, Îsraîl, Libnan, Erebistana Siûdî, Qeter, Urdin, Uman û Kuweytê li xwe digire.
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de got:
"Li gorî nirxandinên me yên dawiyê, em hejmara karmendên xwe yên li hinek cihên Rojhilata Navîn diguncînin.
Em vê yekê dikin da ku berdewamiya armancên siyaseta derve ya Amerîkayê garantî bikin. Her wiha em parastina ewlehiya karmendên xwe jî li ber çavan digirin."
"Şer ber bi dawiyê ve diçe"
Balyozê berê yê Amerîkayê yê li Îsraîlê Dan Shapiro di wê baweriyê de ye ku vegerandina dîplomatan peyamek e.
Li gorî Dan Shapiro, ev nîşana wê yekê ye ku îdareya Trump wisa difikire ku "şer ber bi dawiyê ve diçe."
Ev yek di demekê de ye ku hîn jî dan û standinên bi Tehranê re rawestiyane û ti bipêşketin bi xwe ve nedîtine.
Balyozxane çima hatibûn valakirin?
Washingtonê 27ê Sibatê, ango tenê rojekê beriya êrişa hevbeş a Amerîka û Îsraîlê ya li ser Îranê gelek dîplomat û karmendên xwe yên li balyozxane û konsulxaneyên xwe xwestibû ku herêmê biterikînin.
Pişt re ji ber êrişên bi mûşek û dronan ên Îranê û milîsên hevpeymanên wê, piraniya balyozxane û konsulxaneyan hatin valakirin.
Ev êriş li ser nûnertiyên dîplomatîk ên Amerîkayê yên li Îraq, Kuweyt û Erebistana Siûdiyê hatibûn kirin û ji wê demê ve dîplomat û karmend ji malên xwe dixebitîn.

.webp&w=3840&q=75)
.webp&w=3840&q=75)
