Hewlêr (Rûdaw) - Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê li ser Osman Kavala ku ji sala 2017an ve girtî ye, biryareke nû da.
Dadgehê ragihand ku divê Osman Kavala demildest were berdab û tezmînat ji bo wî bê dayîn.
Tirkiyeyê berê ji bo biryara berdana Osman Kavala îtirazî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê kiribû.
Îtiraza Tirkiyeyê li Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê hat nirxandin û ew îtiraz hat redkirin.
"Divê Tirkiye biryarê bi cih bîne"
Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê biryar da ku Osman Kavala were berdan û zerera wî ya madî û manewî were qerebûkirin.
Ji ber ku ev biryara Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ye, Tirkiye nikare careke din îtiraz bike.
Li gorî qanûnan divê Tirkiye biryarê bi cih bîne.
Dadgeh di biryara xwe de diyar dike ku mafê azadiya derbirînê, civîn û rêxistinbûnê yê Osman Kavala hatiye binpêkirin.
Her wiha dadgeh dixwaze ku ew demildest were berdan.
Rexne li pergala darazê ya Tirkiyeyê
Dadgehê di biryara xwe de rexne li pergala darazê ya Tirkiyeyê girt û got:
“Bi taybetî di dozên hesas ên siyasî de kêmasiyên sazûmanî hene. Ev kêmasî bandorê li serbixweyî û bêalîbûna darazê dikin.
Ji bo ku dadwer li hemberî zextên neheq werin parastin, divê ewlehiyên sazûmanî werin bihêzkirin.”
Dadgehê eşkere kir ku divê ji bo girtiyên cezayê giran ê heta hetayê qanûn werin sererastkirin.
Ev yek ji bo wan girtiyan e ku derfeta azadkirina wan nîne.
Xwenîşandanên Parka Geziyê û hûrgiliyên biryarê
Hûrgiliyên biryara Daîreya Mezin a Dadgeha Ewropayê bi vî rengî ne:
"Çalakiyên ku ji bo girtinê wekî bingeh hatine nîşandan, bi piranî ji beşdarbûna nîqaşên giştî, piştgirîkirina hewldanên civaka sivîl û belavkirina agahiyan pêk tên.
Her wiha meşandina çalakiyên parêzvaniyê yên li ser bûyerên Parka Geziyê jî di nav de ne.
Dadgeh gihiştiye wê encamê ku ev yek, li dijî mafên di çarçoveya xalên 10 û 11an ên Peymana Mafên Mirovan de destwerdanek e."
Di biryarê de hatiye diyarkirin ku ev destwerdan li gorî xalên 10 û 11an ên Peymanê nayê qebûlkirin. Dadgehê biryar daye ku ev xal hatine binpêkirin.
"Ti bingehên diyar ên tundiyê nînin"
Di biryarê de hatiye diyarkirin ku girtina Osman Kavala ya beriya girtinê û piştî wê, li gorî hiqûqê nîne.
Ev yek li gorî benda 1ê ya xala 5an a Peymana Mafên Mirovan neqanûnî ye.
Bêparkirina wî ya ji azadiyê ji 10ê Kanûna Pêşîn a 2019an û vir ve binpêkirina Peymanê ye.
Di biryara dadgehê de hatiye destnîşankirin ku darizandinên paşê jî ev binpêkirin ji holê ranekiriye.
Ti delîlên nû, berbiçav û qanîker nehatine pêşkêşkirin û ningeheke diyar a tundiyê ya ji bo cezayê girtinê yê Osman Kavala nîne.
Dadgehê diyar kir ku divê Kavala demildest were berdan û got:
“Bêparkirina wî ya ji azadiyê ji bo demeke dirêj, zererê dide azadiya çalakiyên siyasî. Ev prensîb di bingeha civaka demokratîk de cih digirin.”
Dadgehê biryar daye ku ji bilî zerera manewî ya ku gihiştiye Osman Kavala, xerciyên darizandinê û xerciyên din jî wekî tezmînat werin dayîn.
.webp&w=3840&q=75)
.webp&w=3840&q=75)

