Hewlêr (Rûdaw) - Yekitiya Şirketên Biçûk û Navîn a Îtalyayê (CNA) ragihand ku şerê Îranê dikare bibe sedema 12 milyar euro (13,9 milyar dolar) lêçûna zêde ji bo Îtalyayê.
Li gorî nûçeya ajansa ANSAyê, CNAyê li ser bandora şer raporek amade kiriye.
CNAyê eşkere kir ku di navbera 1ê Adarê û 31ê Tebaxê de lêçûnên zêde yên ji bo sotemenî, kareba û gazê nêzîkî 11,6 milyar euroyan (13,5 milyar dolar) bûne.
Ev amar li gorî astên berî destpêkirina şerê Îranê yê 28ê Sibatê hatine hesabkirin.
Bandora li ser malbat û karsazan
CNAyê diyar kir ku van lêçûnên zêde giranî daye ser malbat û karsazan.
Her wiha hat ragihandin ku zêdetirî ji nîvê van lêçûnan ji bo çûn û hatin û veguhastinê bûne.
CNA texmîn dike ku lêçûna zêde ya benzîn û mazotê ya di nava şeş mehan de nêzîkî 5,8 milyar euroyan be.
Amarên meha tîrmehê nîşan didin ku daxwaza ji bo benzînê xurt bûye û gihîştiye 900 hezar tonî ku ev di 16 salên dawî de asta herî bilind e.
Ev rêje li gorî Tîrmeha 2025an ji sedî 3,1 zêdetir e.
Li aliyê din, bikaranîna mazotê kêm bûye lê vê yekê têra kêmkirina fatureyan nekiriye.
Li gorî raporê, bihabûna mazotê bandora kêmbûna bikaranînê ji holê rakiriye.
Faturaya elektrîkê giran dibe
Hat ragihandin ku faturaya karebayê jî giran bûye û lêçûnên zêde yên karebayê di nava şeş mehan de nêzîkî 3,7-3,8 milyar euroyan bûne.
Amaran nîşan da ku bihabûn zêde ye lê daxwaza ji bo karebayê kêm nebûye û beravajî vê, daxwaza ji bo karebayê ya Îtalyayê di meha tîrmehê de gihîştiye asta herî bilind a dîrokê.



