Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeheke herêmî ya li eyaleta New Yorkê ya Amerîkayê, siyaseta birêvebiriya Serokê Amerîkayê Donald Trump a ku kar û barên vîzeyê yên welatiyên 75 welatan rawestandibû, betal kir.
Di nav van 75 welatan de Efxanistan, Îran, Rûsya û Somalî jî hene.
Dadgera Herêmî ya Amerîkayê Jeannette Vargasê, hewldana birêvebiriya Trump a ku kar û barên vîzeyê yên 75 welatan rawestandibû, bi hinceta ku "li dijî yasayê ye" betal kir.
Birêvebiriya Trump ew îdîa dikir ku îhtimala hewcedariya van welatiyan a bi alîkariya giştî li Amerîkayê bilind e.
Dadger Jeannette Vargasê diyar kir ku siyaseta Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ya ku ferz dike "bêyî ti bingehê hiqûqî redkirina vîzeyê ji serlêderên guncav re" were kirin, "desthilatê derbas dike".
Vargasê anî ziman ku ev yek li dijî Yasaya Koçberî û Welatîbûnê ye.
Vargasê tekez kir ku ev siyaset di heman demê de biryara Kongreyê ya ku di pejirandina vîzeyê de berpirsên konsulxaneyê dixe rêza yekem xirab dike.
Dadger Vargasê di nirxandina xwe de got:
"Kongreyê ev desthilata taybet û mafê biryardanê daye van berpirsan da ku bi lêkolîna pênaseyên taybet û berfireh ên di yasayê de diyar dikin ka koçberek ji bo wergirtina vîzeyê guncav e an na."
Dadger Vargasê her wiha destnîşan kir:
"Ev siyaseta ku li gorî neteweya serlêder dayîna vîzeya koçberiyê bi awayekî kategorîk qedexe dike, binpêkirina rasterast a vê rêziknameya yasayî nîşan dide."
Daxuyaniya Wezareta Karên Derve
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê meha Çiriya Paşîn ragihandibû ku wan li gorî fermaneke berfirehtir ferman daye berpirsên konsulxaneyan da ku serlêdanên vîzeya koçberiyê yên ji 75 welatan rawestînin.
Wezaretê li ser bingeha amarên Civata Şêwirmendên Aboriyê dabû zanîn ku zêdetirî ji sedî 30ê malbatên koçber ên ji van welatan alîkariya giştî werdigirin.



