Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Chicagoyê yê wîlayeta Illinoisa Amerîkayê ji bo xizmetkirina çand û zimanê Kurdî navendeke taybet hat vekirin.
Navenda Çanda Kurdan hem di warê siyasî de hem jî di warê parastina ziman û çandê de xebatên xwe bi rê ve dibe.
Serokê Navenda Çanda Kurdî Behadîn Kerboranî da zanîn ku ew li Zanîngeha Chicagoyê kursên fêrkirina zimanê Kurdî vedikin.
Kerboranî diyar kir ku ew dersên zaravayên Soranî, Kurmancî û Zazakî didin xwendekaran.
Fêrkirina ziman û xebatên dîplomatîk
Endamên navendê dem bi dem bi berpirsên hikûmetê û wîlayeta xwe re dicivin.
Ew di van civînan de qala doza Kurdan û wan bûyeran dikin ku bandorê li ser doza Kurdan dikin.
Behadîn Kerboranî li ser xebatên xwe yên din ev agahî dan:
"Ez li Zanîngeha Chicagoyê jî dixebitim û li wir em ji bo Kurdan û xwendekarên din kursên fêrbûna zimanê Kurdî vedikin.
Her wiha em ji bo her mijareke ku derbarê Kurdistanê de derkeve pêş, bi berpirsên wîlayetê re di nava pêwendiyê de ne."
Festîvala fîlman û nasandina çandê
Navend her wiha ev 3 sal in Festîvala Fîlman a Kurdî organîze dike.
Kerboranî qala girîngiya vê festîvalê kir û wiha axivî:
"Festîvala Fîlman a Kurdî li Chicagoyê îsal sala sêyemîn li pey hev tê lidarxistin.
Em bi Zanîngeha Chicagoyê re dixebitin ku yek ji zanîngehên herî baş e.
Li cem wan yek ji cihên herî baş ê şanoyê û salonên mezin hene û em li wir Kurd û biyaniyan kom dikin.
Ew tên û temaşeyî fîlman dikin. Bi vê rêyê em çanda xwe nîşan didin û bi pêş dixin."
Alîkariya ji bo Kurdên nûhatî
Yek ji armancên sereke yên navendê ew e ku alîkariya wan Kurdan bike ku nû diçin Amerîkayê.
Endama Navenda Çanda Kurdî Bêxal Xelîfeyê destnîşan kir ku ew dixwazin çanda xwe ji bo nifşên nû biparêzin.
Bêxal Xelîfeyê li ser zehmetiyên koçberiyê û armanca navendê got:
"Dema ku tu diçî welatekî nû, tu her tiştî li welatê xwe li pey xwe dihêlî.
Ji bo me gelekî girîng e ku em bikaribin wan xizmetguzariyan pêşkêş bikin.
Bi vê rêyê em piştrast dibin ku çand, ziman û dîroka me ji holê ranebe.
Em dikarin wan tiştan fêrî nifşên paşerojê jî bikin."
Li gorî amarên Enstîtuya Kurdî ya Parîsê, li Amerîkayê di navbera 15 hezar û 20 hezarî de Kurd dijîn.


