Dusseldorf (Rûdaw) - Li gorî amarên nû yên Daîreya Koç û Penaberan a Almanyayê, di nîvê yekem ê îsal de betalkirin û redkirina mafê mayînê yê welatiyên ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bi awayekî berbiçav zêde bûye.
Şêwirmendê Penaberan Dawud Etê di bernameya Diyasporayê ya Tora Medyayî ya Rûdawê de got:
"Sala 2024an ji 17 hezar kesên ku dosyeyên wan hatibûn nirxandin, mafê mayînê yê 750 kesan hat redkirin an jî betalkirin.
Sala 2025an ji 17 hezar û 700 kesan, mafê mayînê yê 659 kesan hat redkirin.
Lê di 6 mehên destpêkê yên sala 2026an de ji 8 hezar û 320 kesên ku dosyeyên wan hatine nirxandin, mafê mayînê yê hezar û 932 kesan hatiye redkirin."
Dawud Etê diyar kir ku qanûnên Almanyayê cudahiyê naxin navbera Kurdên Rojavayê Kurdistanê û welatiyên Ereb ên Sûriyeyê û anî zimên:
"Rayedarên Almanyayê difikirin ku rewşa giştî ya Sûriyeyê guheriye û metirsiya ewlehiyê kêm bûye, loma qanûnên wergirtina penaberan tundtir bûne.
Lê redkirina mafê mayînê nayê wateya dersînorkirina rasterast, çimkî pêvajoya vegerandina penaxwazan aloz e."
Çîroka Husên û Bêrîvanê
Husên, ciwanekî penaxwaz ê ji Rojavayê Kurdistanê ye û ji sala 2022yan ve li Almanyayê ye lê daxwaza wî ya penaberiyê hatiye redkirin.
Husên ji Diyasporayê re got:
"Piştî sal û nîvekê daxwaza min hat redkirin. Niha ez di navbera hêvî û nezelaliyê de dijîm.
Min dev jê bernedaye, ez fêrî zimên dibim û hewl didim ku bi rêya xwendina pîşeyî mafê mayînê yê kar bi dest bixim da ku ez malbata xwe jî bînim."
Li aliyê din, Bêrîvana ku endezyareke ji Rojavayê Kurdistanê ye û bi vîzeya xwendinê çûye Almanyayê, qala tecrubeya xwe dike.
Bêrîvanê ji Diyasporayê re ragihand:
"Ez bi vîzeya xwendinê hatim, min mastera xwe xelas kir û min dest bi kar kir lê biryarên nû û kar û barên kargêriyê li hemberî kesên akademîk jî ne hêsan in.
Qanûnên bazar û kar ên Almanyayê guherîne."
Piraniya wan kesên ku mafê wan ê mayînê nehatiye dirêjkirin an jî hatiye redkirin, hewl didin bi rêya fêrbûna ziman û xwendina pîşeyî cureyê mafê xwe yê mayînê biguherînin mayîna li ser bingeha kar.


