Dusseldorf (Rûdaw) - Li bajarê Munîhê yê Almanyayê polîsan gule berdan zarokekî Kurd ê 14 salî û ew bi giranî birîndar kir.
Polîsan angaşt kir ku wan bawer kiriye ew kesekî çekdar û metirsîdar e lê şahidên bûyerê û Navenda Kurdan a Munîhê vê yekê red dikin û dibêjin "demançeya lîstikê ya zarokan pê re hebû."
Li gorî lêkolînên bernameya Diyasporayê ya Rûdawê, navê wî zarokî Evdilqadir Ozer e. Bavê wî ji Mêrdînê û dayîka wî jî ji Rihayê ye. Bûyer 18ê Tebaxa 2026an qewimiye.
Skandala li Munîhê
Li gorî angaştên polîsên herêmê, wan agahî wergirtiye ku zilamekî 20 salî bi çekê di nav tramvayeke li herêma Schwabingê ya Munîhê de hatiye dîtin.
Li ser vê yekê nêzîkî 80 polîsan herêm dorpêç kiriye.
Polîsan angaşt kir ku gava wî zarokî ew dîtine, destê xwe avêtiye demançeya di kembera xwe de û berê wê daye wan, lewma wan jî yekser gule berdana wî.
Lê pişt re eşkere bûye ku demançe ne rast e û ew kesê hatiye gulebarankirin ne zilamekî 20 salî, zarokekî 14 salî ye.
Navenda Kurdan angaştên polîsan red kirin
Serokê Navenda Kurdan a Munîhê Kameran Yetek li ser navê malbatê ji bernameya Diyaspora re peyivî û îdiayên polîsan red kirin û got:
"Polîs dibêjin ciwanekî ku tiştek di destê wî de hebûye û guh neda fermanan lê şahid dibêjin ku demançeya lîstikê ya zarokan pê re hebûye.
Her wiha wî ji polîsan re gotiye ku 'ev tenê lîstikek e' lê polîsan dîsa jî gule berdayê."
Yetek hûrgiliyên dema bûyerê bi vî awayî parve kirin:
"Guleyek li pişta Evdilqadir ketiye. Piştî ku birîndar bûye û ketiye erdê, polîsan lingê xwe daniye ser sîngê wî û kelemçe lê xistine. Zarok bi giranî birîndar bûbû."
Rewşa wî ya tenduristiyê
Yetek derbarê rewşa wî ya tenduristiyê diyar kir ku hestiyê milê wî şikestiye û niha li nexweşxaneyê ye.
Bijîşk dibêjin metirsiya mirinê nîne lê ji bo ku tu enfeksiyon çênebin, niha rê nadin kes here cemê.
Yetek di dawiyê de got ku Navenda Kurdan dê vê dozê baş bişopîne.


