Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Fagerstayê yê li naverasta Swêdê, kesekî bi şûr êrişî lîseyekê kir û bû sedema birîndarbûna hinek kesan. Polîsan êrişkar girt.
Polîsê Swêdê îro daxuyaniyek belav kir û ragihand ku hêzên wan yekser midaxeleyî bûyerê kiriye û gumanbarek hatiye girtin.
Her çi qasî hatibe diyarkirin ku di êrişê de "hinek kes" birîndar bûne jî heta niha statîstîkeke fermî ya li ser hejmara birîndaran nehatiye parvekirin.
Polîsan êrişkar girt
Polîsan di daxuyaniya xwe de wiha got:
“Hêzên me li cihê bûyerê bi hemû şiyana xwe xebatên xwe didomînin.
Em ji welatiyan dixwazin ku rêzê li bariyerên ewlehiyê bigirin û fermanên polîsan bînin cih.”
Şaredariya Fagerstayê ragihand ku polîs di nav avahiya dibistanê de lêgerîneke bi hûrgilî dike.
Dibistanên herêmê hatin girtin
Her wiha wekî tedbîreke ewlehiyê, hemû dibistanên din ên li herêmê hatin girtin û niha destûr nayê dayîn ku kes bikeve wan dibistanan yan jî ji wan derkeve.
Televîzyona fermî ya Swêdê ragihand ku ji bo şopandina rewşê û veguhastina birîndaran, gelek ambulans, wesayîtên polîsan û helîkoptereke polîsan sewqî derdora dibistanê hatine kirin.
Hikûmeta Swêdê rewşê dişopîne
Wezîrê Dadê yê Swêdê Gunnar Strömmer ji ajansa nûçeyan a Reutersê re axivî û diyar kir ku hikûmet rewşê ji nêzîk ve dişopîne û bi saziyên ewlehiyê re di nav têkiliyê de ye û got:
“Em li ser bûyereke xeternak a li bajarê Fagerstayê hatin agahdarkirin. Polîs li cihê bûyerê ye, ji bo meşandina lêpirsînê û kontrolkirina rewşê bi awayekî xurt dixebite.”
Piştî vê êrişa ji nişka ve ya ku bû sedema tirs û fikarê, tîmên lêpirsînê ji bo diyarkirina nasnameya êrişkar û sedema li pişt êrişê xebatên xwe didomînin.
Bajarê Fagerstayê ku zêdetirî 12 hezar kesan lê dijîn, 170 kîlometreyan li bakurrojavayê paytext Stockholmê ye.



