Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî raporeke rojnameya Washington Postê, Serokê Amerîkayê Donald Trump nekarî Îranê neçarî teslîmbûnê bike.
Ji ber vê yekê Trump hêrsa xwe ji Uman û hevpeymanên din ên Washingtonê derdixe.
Trump hefteya borî bi gefa bombebarankirina Umanê dest pê kir ku ev welat di navbera Washington û Tehranê de navbeynkariyê dike.
Roja din Trump nexşeyek belav kir û di wê nexşeyê de Tengava Hurmizê û beravên Uman, Îmarat û Îranê wekî axa nû ya Amerîkayê hatibûn nîşandan.
Sekreterê Encumena Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê Muhsîn Rezayî bi awayekî qerfî bersiva nexşeyê da û got:
"Dûrahiya di navbera bêhêziya Amerîkayê ya ji bo vekirina Tengava Hurmizê û îdiaya xwedîlêderketina wê, ji wan 7 hezar mîlên di navbera Washington û tengavê de zêdetir e."
Trump roja çarşemê li ser platforma Truth Socialê şerê aborî yê li dijî Îranê ragihand û hişyarî da welatên ku alîkariya Tehranê dikin.
Trump got, "Welatên ku rê bidin saziyên darayî, balafirgeh yan jî saziyên hikûmetê alîkariya Îranê bikin, dê rûbirûyî encamên aborî yên pir mezin bibin."
Trump her wiha xwest ku qaçaxiya petrolê, veguhastina pereyên kaş û şirketên kesî yekser werin rawestandin.
Rewşa şer û krîza çekan
Şerê li Îranê niha di meha xwe ya 6an de ye û gihîştiye xaleke asêbûnê.
Ji ber kêmkirina cebilxane û çekên Amerîkayê, Trump niha vebijêrka leşkerî daniye aliyekî û ew niha bala xwe dide ser têkbirina aboriya Îranê.
Dîplomatê berê yê Amerîkayê Alan Eyre birêvebiriya Trump dişibîne "fîlekî mezin ê birîndar" ku "hêdî hêdî di nav çiravekê de noq dibe."
Rayedarên birêvebiriya Trump dibêjin Îran "bi temamî ketiye" û dorpêça deryayî ya Amerîkayê serkeftîtirîn dorpêça dîrokê ye lê tevî van zextan jî Tehran amade nîne daxwazên Trump bi cih bîne.
Îmaratê ragihand ku ew hemû pêwendiyên xwe yên bazirganî yên bi Îranê re dibire lê li aliyê din welatên wekî Erebistana Siûdî, Qeter û Îmarat li pey peyman û lihevtêgihiştinên dîplomatîk ên bi Îranê re ne.
Vebijêrkên sînordar
Pisporê pêwendiyên navneteweyî Edward Fishman dibêje ku Îran ji sala 2018an ve di bin cezayên giran de ye û vebijêrkên Trump sînordar in.
Edward Fishman diyar kir ku gefxwarina li hemû cîhanê "ne rastbînane" ye û jê bawer nabe.
Ev alozî 73 roj berî hilbijartinên Kongreya Amerîkayê çêdibin.
Di van hilbijartinan de dê diyar bibe ka Partiya Komarî dikare kontrola Kongreyê biparêze yan na, di demekê de ku Trump hîn nekariye wê serkeftina ku soz dabû bi dest bixe.


.webp&w=3840&q=75)
.webp&w=3840&q=75)