Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê ragihand ku ew dê bi rêya girankirina cezayên aborî zexteke zêdetir li Îranê bikin ku desthilata wê birûxe.
Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê Scott Bessent ji kanala CNBCyê re axivî û diyar kir, "Ceza dê bi awayekî bandorê li Îranê bikin ku dê bibe sedema rûxandina rejîmê."
Scott Bessent got:
"Ev ceza dê di dîrokê de bibin tecrîda aborî ya herî xurt û birêkxistî."
Wî her wiha destnîşan kir ku piştî bicihanîna tam a planê, îhtimala vegera Amerîkayê ya ji bo operasyoneke leşkerî ya bihêz dê gelekî kêm bibe.
Hişyarî ji bo Hevpeymanan û Çînê
Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê hişyariyeke tund da hevpeymanên Washingtonê.
Bessent ragihand ku di mijara tecrîda aborî ya li ser Îranê de "hûn yan bi me re ne yan jî li dijî me ne."
Wezîrê Xezîneyê yê Amerîkayê derbarê zextên li ser Çînê ku kiryarê sereke yê petrola Îranê ye diyar kir ku çêtir e beşek ji dan û standinan bi dizî bimînin lê belê wî ji Pekînê xwest ku di hewlên navneteweyî de alîkar be.
Cezayên ewil meha Çiriya Paşîn a sala 1979an dest pê kir.
Wê demê êrişî Balyozxaneya Amerîkayê ya li Tehranê hatibû kirin û 52 dîplomat û welatiyên Amerîkayê hatibûn desteserkirin lê meha Kanûna Paşîn a sala 1981ê piştî berdana dîlan piraniya wan cezayan hatin rakirin.
Amerîkayê sala 1984an Îran wekî "dewleteke piştgira terorê" pênase kir û cezayên nû danîn ser wê.
Sala 1987an ji ber "berdewamiya piştgiriya Îranê ya ji bo terorê" ceza hatin berfirehkirin.
Wê demê hawirdekirina kel û pelên Îranî hat qedexekirin.
Salên 1995-1996an bi tohmeta ku Îran hewl dide çekên komkujiyan bi dest bixe, cezayên tundtir li ser sektora petrolê ya Îranê hatin danîn.
Salên 2006-2010an ji ber ku Îranê dewamî da dewlemendkirina uranyumê û bi Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê re hevahengî nekir, Neteweyên Yekbûyî ceza danîn ser wê.
Amerîka sala 2018an ji peymana nukleerê vekişiya ku sala 2015an di dema îdareya Barack Obama de ji bo kontrolkirina bernameya nukleerê ya Îranê hatibû îmzekirin.
Îdareya Trump di heman salê de ceza danîn ser Îranê û ew girantir kirin û navê "pêngava zexta herî zêde" lê kir.
Ceza çi li xwe digirin?
Ceza bi awayekî berfireh van qadan li xwe digirin:
• Sektora petrol û gazê (hinartin, firotin û veguhastin).
• Bank û sîstema darayî (gihîştina bi sîstema navneteweyî).
• Pîşesaziya leşkerî û mûşekî.
• Bernameya nukleerê.
• Supaya Pasdaran a Îranê û komên girêdayî wê.
• Keştî û şirketên veguhastinê.
• Sektorên din ên wekî maden, petrokîmya û bazirganî.
• Cezayên kesî yên li ser berpirsan bi tohmeta binpêkirina mafên mirovan, piştgiriya ji bo komên çekdar ên li herêmê û binpêkirina cezayan.
.webp&w=3840&q=75)


