Hewlêr (Rûdaw) - Tîma Folklorê ya Hewlêrê li ser navê Herêma Kurdistanê beşdarî Festîvala Folklorê ya Navneteweyî ya “Vistula”yê bû ku li Polonyayê tê lidarxistin.
Birêvebirê Giştî yê Huner û Çandê yê Hewlêrê Sîrwan Osman li ser navê Parêzgariya Hewlêrê mertalekî sembolîk diyarî Şaredarê Plockê yê Polonyayê kir.
Sîrwan Osman li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.
Wî da zanîn ku tîma Hewlêrê cara duyem e beşdarî vê festîvalê dibe û got:
“Em ji bo nûnertiya Kurd û Kurdistanê li vê derê ne. Em di hemû çalakiyan de Alaua Kurdistanê û navê Herêma Kurdistanê derdixin pêş.”
Mertalê Kurdistanê ji bo Şaredarê Plockê
Sîrwan Osman diyar kir ku Şaredarê Plockê dema cilên Kurdan dîtine gelekî kêfxweş bûye.
Wî anî zimên ku şaredar berê Herêma Kurdistanê û Hewlêrê ziyaretkiriye.
Sîrwan Osman destnîşan kir ku wan ji ber vê yekê li ser navê Parêzgariya Hewlêrê mertalekî sembolîk diyarî wî kiriye.
Li ser mertalê ku diyarî Şaredarê Plockê hat kirin, wêneya keleyeke dîrokî û Mînareya Çoliyê hatiye çêkirin.
Ev yek wekî diyariyeke sembolîk a ji Herêma Kurdistanê pêşkêşî wî hat kirin.

Tabloya “Dûrne”yê bal kişand
10 berhemên hunerî di çarçoveya festîvalê de hatin nîşandan.
Di nav wan de tabloya bi navê “Dûrne”yê ku di çanda Kurdî de qala pêvajoya dirûna genim a demên berê dike, rastî eleqeyeke mezin hat.
Sîrwan Osman da zanîn ku ji ber eleqeya zêde ya birêvebirên festîvalê û serdankeran, biryar hatiye dayîn ku tablo di hemû rojên festîvalê de were nîşandan.
Tîma Folklorê ya Hewlêrê
Tîma Folklorê ya Hewlêrê sala 1979an hatiye avakirin.
Ev tîm xwediyê 35 tablo û berhemên xwemalî ye ku çand û hunera Kurdî nîşan didin.
Di Festîvala Vistulayê de ji bilî Herêma Kurdistanê tîmên ji Brezîlya, Spanya, Xirwatistan, Letonya û Kolombiyayê jî cih digirin.
Her wiha tîmên Polonyayê ku mazûvaniya festîvalê dike jî beşdar dibin.

Festîval dê heta 24ê Tebaxê bidome.
Dîroka Festîvala Vistulayê ya ku yek ji festîvalên folklorîk ên navdar ên Polonyayê ye, vedigere sala 1967an.
Piştî navbereke dirêj, festîvalê sala 2012an careke din dest pê kir.


