Hewlêr (Rûdaw) - Li Komara Afrîkaya Navîn kana zêr herifî û herî kêm 30 karker mirin.
Bûyer li derdora gundê Zamboyeyê yê nêzîkî sînorê Kamerûnê çêbû.
Li kana zêr a herêmê hez li axê ket û herî kêm 30 karkerên kanê mirin.
Her wiha gelek karker jî di bin axê de mane.
Li gorî daxuyaniya rayedarên cihî, ew kana zêr a ku ax lê heziyaye bi rêbazên kevn dihat xebitandin.
Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê bi alîkariya şêniyên herêmê termên 30 karkeran ji bin axê derxistin.
Rayedaran da zanîn ku birîndar hatine veguhastin û tedawiya wan dest pê kiriye.
Hat ragihandin ku hîn jî gelek karker di bin axê de mane.
Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên li herêmê berdewam dikin.
Berdevkê Hikûmetê Evariste Ngamana sersaxî ji malbatên karkerên mirî re xwest.
Evariste Ngamana diyar kir ku rayedar ji bo alîkariya lêqewimiyan xebatên xwe didomînin.



