Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Kolkatayê yê li rojhilatê Hindistanê, di şewata li otelekê de herî kêm 9 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Şewatê vê sibehê li bajarê Kolkatayê yê paytextê eyaleta Bengala Rojava ya Hindistanê dest pê kir.
Li gorî nûçeyên medyaya herêmî, ji ber agirê ku bi otelê ketiye gelek kes di hundirê avahiyê de asê mane.
Ajansa nûçeyan a Press Trust of Indiayê (PTI) li ser zarê birêvebirekî ragihand ku di şewatê de 9 kes mirine.
Heman rayedarî diyar kir ku egera zêdebûna hejmara miriyan heye.
Rayedaran ragihand ku piştî agahiya şewatê ji bo rizgarkirina kesên di hundir de dest bi xebateke berfireh a rizgarkirinê hatiye kirin.



