Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump piştrast kir ku ew bi berpirsên Supaya Pasdaran a Îranê re peyaman diguherînin.
Ev daxuyanî piştî nûçeyeke malpera Axiosê hat.
Axiosê doh hûrgiliyên vê mijarê eşkere kirin.
Li gorî Axiosê, Koşka Spî ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî xwestiye ku bi Fermandarê Supaya Pasdaran Ehmed Wehîdî re biaxive.
Armanc ew bû ku fêhm bikin ka Supaya Pasdaran piştgiriyê dide pêşniyarên tîma danûsitandinê ya Îranê an na.
Îro jî Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê li ser vê mijarê axivî.
Guftûgoya bi Supaya Pasdaran re
Serokê Amerîkayê Donald Trump îro ji kanala Fox Newsê re axivî.
Trump da zanîn ku guftûgoyên rasterast bi berpirsên Supaya Pasdaran a Komara Îslamî ya Îranê re hene.
Trump bal kişand ser encama van hevdîtinan û got ku divê encam li gorî daxwaza Amerîkayê be û Îranî alaya spî ya radestbûnê hildin.
Li Amerîkayê dê 3yê Çiriya Paşîn a 2026an hilbijartinên nîvê serdemê yên Kongreyê werin kirin.
Hinek berpirsên Partiya Demokrat siyaseta Trump a li hemberî Îranê rexne dikin.
Ew dibêjin ev rewş bandorê li gelê Amerîkayê dike û dibe ku ev yek bandorê li hilbijartinan jî bike.
Lê Trump li ser vê mijarê got, "Eceleya min nîne. Hilbijartinên nîvê serdemê yên Kongreyê ti pêwendiya xwe bi ramana min re nîne."
Rola Nêçîrvan Barzanî di guftûgoyan de
Malpera Axiosê ya Amerîkayê doh (16ê Tebaxa 2026an) li ser rola Nêçîrvan Barzanî nûçeyek belav kir û got:
"Meha Gulanê, danûsitankarên Amerîkayê dixwest bi Îranê re li hev bikin da ku dawî li şer bînin.
Lê ew rastî pirsgirêkekê hatin. Wan nedizanî ka tîma danûsitandinê ya Îranê bi navê Supaya Pasdaran diaxive an na."
Li gorî Axiosê, îdareya Trump karekî derasayî kir.
Wan tîma Îranê paşguh kir û rasterast pêwendî bi serkirdayetiya Supaya Pasdaran re danî.
Axiosê li ser vê yekê got, "Kesê ku wan ji bo vê kanala veşartî hilbijart, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bû. Taybetiyeke Nêçîrvan Barzanî hebû ku di kêm kesan de heye.
Wî him baweriya Amerîkayê û him jî baweriya Supaya Pasdaran bi dest xistibû.
Dîrektora Îstixbarata Niştimanî ya wê demê Tulsi Gabbard nêzîkî 10ê Gulanê pêwendî bi Nêçîrvan Barzanî re danî.
Gabbardê ji Nêçîrvan Barzanî re gotiye ku Amerîka bawer dike ew dikare alîkariya wan bike da ku xwe bigihînin Fermandarê Supaya Pasdaran General Ehmed Wehîdî.”
Şêwirmendê Rojhilata Navîn Brett McGurk ku bi çar serokên Amerîkayê re kar kiriye jî qala Nêçîrvan Barzanî kir.
McGurk li ser mijarê wiha got:
"Nêçîrvan Barzanî pirsgirêkan bi awayekî rasteqîn çareser dike. Li seranserê herêmê rêz jê re tê girtin. Hema hema her kesên li Tehran û Washingtonê wî nas dikin.
Di rojên teng de mirov dikare pişta xwe bide wî."
Gabbardê ji Nêçîrvan Barzanî re eşkere kiriye ku wê bi erêkirina Donald Trump û Alîkarê Serokê Amerîkayê J.D. Vance ev daxwaz kiriye.
Koşka Spî xwestiye bizanibe ka Wehîdî û Supaya Pasdaran li gel Qalîbaf û Eraqçî heman ramanê parve dikin an daxwazên wan ên din hene.
Gabbardê her wiha gotiye ku navbeynkarên din nikarin xwe bigihînin Wehîdî.
Li gorî Axiosê, Nêçîrvan Barzanî daxwaza Gabbardê qebûl kir û pêwendî bi nasên xwe yên di nav Supaya Pasdaran de danî.
Nêçîrvan Barzanî ji wan re gotiye, "Ez dixwazim rasterast bi General Wehîdî re biaxivim."
Li gorî nûçeyê Îraniyan ev daxwaz qebûl kir.
14ê Gulanê berpirsekî Supaya Pasdaran çû ofîsa Nêçîrvan Barzanî ya li Hewlêrê.
Vî berpirsî telefoneke kodkirî bi xwe re biribû da ku axaftineke parastî çêbibe.
Nêçîrvan Barzanî ji Wehîdî pirsî ka ew piştgiriyê dide tîma danûsitandinê ya Îranê yan na.
Generalê Îranî bersiv da û got ew piştgiriyê dide wan.
Wehîdî ji Nêçîrvan Barzanî re gotiye, "Ez bi temamî piştgiriyê didim wan û ev helwesta Supaya Pasdaran e. Em dixwazin vê pirsgirêkê bi rêya guftûgoyan çareser bikin."
Piştî vê axaftinê, Nêçîrvan Barzanî rasterast pêwendî bi Gabbardê re danî û agahî dan wê.
Gabbardê jî ev agahî gihandin Koşka Spî.
Bersiva Wezareta Karên Derve ya Îranê
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî îro li Tehranê civîneke rojnamegeriyê li dar xist.
Rojnamegeran pirsek li ser vê pêwendiyê ji Beqayî kir.
Îsmaîl Beqayî ev pêwendî red nekir lê mijar bi aliyekî din ve bir û got:
"Di van şeş mehan de baş diyar bû ku di nav saziyên Komara Îslamî ya Îranê de yekdengî heye. Ev yekdengî di mijarên aştî û şer de jî derbasdar e.
Tîma me ya danûsitandinê cihê baweriya hemû dezgehên dewletê ye û her wiha cihê baweriya saziyên parastinê ye."
Rojnamegeran qala hevdîtineke veşartî ya navbera Amerîka û Îranê ya li Hewlêrê kir.
Beqayî di bersiva xwe de got, "Ev nûçeyeke derew e."
Axiosê qala vê hevdîtina veşartî jî kiribû.
Li gorî malpera Amerîkayî, piştî ku Nêçîrvan Barzanî daxwaza Îranê gihand Amerîkayê, îdareya Trump pêşniyareke din kir.
Amerîkayê xwest Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê mazûvaniya hevdîtineke veşartî ya di navbera şandeyên Amerîka û Îranê de bike.
Nêçîrvan Barzanî careke din bi Îraniyan re axivî û ev peyam gihand wan.
Îraniyan ev pêşniyar red nekir lê ew li ser ewlehiya xwe ketin nav fikaran.
Îranî wisa difikirîn ku îstixbarata Îsraîlê li Herêma Kurdistanê bi hêz e û ew ditirsiyan ku eger herin Hewlêrê, Îsraîl hewla kuştina wan bide.



