Hewlêr (Rûdaw) – Li Kîeva paytexta Ukraynayê dengê gelek teqînan hat ku ev teqîn di heman demê de bûn ku rayedarên bajêr li ser êrişeke mûşekên balîstîk hişyarî dabû.
Rûsya di şerê li Ukraynayê de her ku diçe mûşekên dûravêj zêdetir bi kar tîne.
Ukraynayê jî li beramberî vê yekê bi êrişên dronan kûrahiya axa Rûsyayê dike armanc.
Birêvebiriya leşkerî ya paytexta Ukraynayê di peyameke Telegramê de li ser "êrişeke asmanî ya ji bo metirsiya mûşekên balîstîk" hişyarî da, saet derdora 02:00yan ji şêniyan hat xwestin ku herin stargehan.
Şaredarê Kîevê Vitali Klitschko teqîn piştrast kirin û ragihand ku bajar "di bin êrişa mûşekên balîstîk de ye."
Piştî demekê Klitschko û saziyên din ragihand ku li herêma Obolonskiyê ya Kîevê agir bi avahiyekê ketiye lê ti kes nemiriye.
Ukraynayê êrişî Moskowê kir
Di heman demê de Rûsyayê jî hewl dida pêleke nû ya dronên Ukraynayê pûç bike ku dron nêzîkî asmanê paytexta Rûsyayê dibûn.
Şaredarê Moskowê Sergey Sobyanin ragihand ku hêzên Rûsyayê nêzîkî 28 dronên ku "ber bi Moskowê ve difiriyan" xistine.
Li gorî rayedarên Ukraynayê, hêzên wan bi dronan parzûngehên petrolê û binesaziya leşkerî ya Rûsyayê dikin armanc.
Li aliyê din Moskow êrişên xwe yên li rojhilatê Ukraynayê zêdetir dike.
Rûsyayê pêlên mûşekan dişîne ser bajarên Ukraynayê û carinan mûşekên balîstîk ên Koreya Bakur jî bi kar tîne.



