Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeheke Almanyayê biryara dersînorkirina Şemsettîn A.yê 74 salî yê ku berpirsekî berê yê PKKyê ye rawestand.
Bi gotina dadweran, her çi qasî pêvajoya çareseriyê dest pê kiribe jî li Tirkiyeyê metirsiya şkencekirinê ya ji bo kesên wekî Şemsettîn berdewam dike.
Dadgeha Kargêriyê ya Gelsenkirchenê ya herêma Nordrhein-Westfalenê, doh (12ê Tebaxa 2026an) di rûniştineke devkî de ragihand ku biryara dersînorkirina serkirdeyekî berê yê PKKyê ji ber rewşa xerab a mafên mirovan a li Tirkiyeyê hatiye betalkirin.
Bi baweriya dadweran rewşa mafên mirovan a li Tirkiyeyê, bi taybetî ji bo kesên ku bi "beşdarbûna çalakiyên terorê" tên tohmetbarkirin hîn jî ne baş e û kêmasiyên wê hene.
“Pêvajoyê metirsiya şkenceyê ji holê ranekiriye”
Dadgehê gotiye: "Gumanbar nikare li Tirkiyeyê li bendê be ku bi pêvajoyeke yasayî ya li gorî pîvanên dewleta hiqûqê bê darizandin. Ji bo şervanekî gumanbar ê berê yê PKKyê û kadroyekî berê yê partiyê, di dema vegera li welatê xwe de metirsiyeke mezin a şkence û reftara nemirovane heye."
Parlamentoya Tirkiyeyê 10ê Tebaxa 2026an de ji bo bêçekkirin û vegera endamên PKKyê projeyasayek pesend kir.
Dadwerê alman Dirk Schäfers diyar kir ku dersînorkirin bi başbûna rewşê û nemana metirsiya şkenceyê ve girêdayî ye.
Wî her wiha got ku di vê "Pêvajoya Çaksaziyan" a nû de hîn ne diyar e bê ma dê rewş ber bi kîjan alî ve here.
Li gor medyaya Almanyayê, ji ber biryara xwefesixkirina PKKyê û destpêkirina pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê, Saziya Federal a Koçber û Penaberan (BAMF) dixwest Şemsettîn A. dersînor bike û qedexeya dersînorkirinê ya li ser wî rakiribû.
Lê wî berpirsê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Dadgeha Kargêriyê ya Gelsenkirchenê li dijî biryara BAMFê doz vekiribû.
Dadgehê piştrast kir ku ew beşdarî şerên PKKyê bûye û wekî kadroyekî kevin ê wê partiyê, têkiliyeke wî ya xurt bi PKKyê re heye.
Li gorî medyaya Almanyayê, dewleta Tirkiyeyê Şemsettîn A.yê 74 salî bi “endamtiya PKKyê û kuştina şeş kesan” tohmetbar dike.
Hat ragihandin ku berê li Almanyayê mafê parastinê jê hatibû standin lê dadgehekê sala 2007an ji ber metirsiya şkenceyê û tevgera nemirovane ya ji aliyê Tirkiyeyê ve, biryar dabû ku dersînorkirina wî were qedexekirin.
Li gorî rojnameya “WAZ”ê ya Almanyayê, Şemsettîn A. niha bi nexweşiya penceşêrê ketiye û her du lingên wî hatine jêkirin.
Ji sala 1993yan ve partiyeke qedexekirî ye
Wezareta Navxwe ya Almanyayê ji 26ê Çiriya Paşîn a 1993yan ve çalakiyên PKKyê qedexe kirine.
Her çi qasî PKKyê di Gulana 2025an de fesixkirina xwe ragihandibe jî Almanyayê ji Rûdawê re got ku ew qedexeya li ser wê partiyê ranakin.



