Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina Navneteweyî ya Koçê (IOM) rapora xwe ya herî nû belav kir û ragihand ku Li cîhanê 304 milyon koçber hene.
Li gorî raporê, di 4 mehên ewil ên îsal de rêjeya mirina koçberan a li Deryaya Navîn bi awayekî metirsîdar zêde bûye.
Ev yek di demekê de ye ku hejmara kesên gihîştine Ewropayê gelekî kêm bûye.
Rêxistina Navneteweyî ya Koçê ev rapor îro belav kir.
Li gorî amaran, hejmara wan koçberên ku li xeta navîn a Deryaya Navîn mirine yan jî winda bûne ji sedî 111 zêde bûye û gihîştiye 821ê.
Di heman demê de hejmara kesên ku gihîştine cihê xwe ji sedî 46 kêm bûye.
Tenê meha kanûna paşîn a îsal, dema ku Bahoza Hariyê li herêmê rabû, 430 koçber xeniqîn.
Li xeta rojhilatê Deryaya Navîn jî hejmara xeniqînê ji sedî 259 zêde bûye.
Anku 244 kesan canê xwe ji dest daye.
Alîkara Serokê Giştî yê Rêxistinê Ugochi Daniels li ser vê mijarê axivî û got, "Kêmbûna hejmara kesên ku digihîjin cihê xwe nayê wateya selametiya geştê."
Guherîna xetên ber bi Spanyayê ve
Amar nîşan didin ku gihîştina Spanyayê ya bi rêya rojavayê Afrîkayê ji sedî 78 kêm bûye.
Sedema vê ew e ku xalên destpêkirina geştê ber bi deverên başûr ve hatine guhertin.
Ev yek jî geştê dirêjtir û metirsîdartir dike.
Beravajî vê yekê, gihîştina Spanyayê ya bi rêya rojavayê Deryaya Navîn ji sedî 66 zêde bûye.
Sedema vê yekê jî ew e ku derbasbûna bejayî ya ber bi herêmên Ceuta û Melillayê ve sê qatan zêde bûye.
Bandora şerê li Rojhilata Navîn
Rapor balê dikişîne ser wê yekê ku şer û aloziyên li Rojhilata Navîn bandoreke mezin li ser tevgera koçberan kiriye.
Li Libnanê koçberbûneke berfireh hatiye tomarkirin.
Her wiha, di mehên Adar û Nîsanê de rêjeya vegera koçberan a ji bo nav xaka Sûriyeyê zêde bûye.
Amarên cîhanî
Ugochi Daniels da zanîn ku niha li cîhanê 304 milyon koçberên navneteweyî hene.
Nêzîkî nîvê van kesan di nav herêmên xwe de ji bo kar, xwendin an jî ewlehiyê cihên xwe diguherînin.
Rêxistina Navneteweyî ya Koçê tekez kir ku dabînkirina amarên rast dibe sedema standina biryarên baştir ji bo parastina canê koçberan.
Rêxistinê ragihand ku parastina canê mirovan li ser derya û bejayiyê berpirsyariyeke hevpar a navneteweyî ye.
.webp&w=3840&q=75)


