Hewlêr (Rûdaw) - Li Zîmbabweyê di qulibîna belemeke rêwiyan a li Gola Karîbayê de hejmara miriyan derket 44an.
Polîsê Zîmbabweyê da zanîn ku di xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de termên 6 kesên din hatine dîtin û bi dîtina van terman re hejmara miriyan gihîşt 44an.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku heta niha 77 kes hatine rizgarkirin.
Tîmên polîs û artêşê ji bo dîtina kesên winda xebatên xwe didomînin.
Birêvebiriya Parastina Sivîlan a Zîmbabweyê ragihand ku li gorî qeydên firotina bilêtan, belema bi navê Mbuya Nehandayê ya Ajansa Bipêşketina Binesaziya Çolteran e.
Di belemê de 114 rêwî û 5 karmend hebûne.
Hejmara rastîn a rêwiyan ne diyar e
Rayedaran bal kişand ser wê yekê ku ji bo zarokan bilêt nayên birîn û ji ber vê yekê hejmara zarokan nayê zanîn û tê texmînkirin ku hejmara rastîn a rêwiyan ji ya di qeydan de zêdetir be.
Hat eşkerekirin ku belem ji bajarê Karîbayê ber bi herêma Chalalayê ve diçû.
Li nêzîkî Long Islandê ji ber pêlên bi hêz qulibiye û her wiha hat gotin ku belemê ji kapasîteya xwe zêdetir rêwî hildane.
Serokkomarê Zîmbabweyê Emmerson Mnangagwa ji bo şandina hemû çavkaniyan a ji bo xebatên lêgerîn û alîkariyê, “rewşa karesatê” ragihand.
Wezîrê Birêvebiriyên Xwecihî Daniel Garwe destnîşan kir ku fîloya belemên artêşê, yekîneya polîsan û balafireke taybet beşdarî xebatan bûne.
Gola Karîbayê ya ku li ser sînorê Zîmbabweyê û Zambiyayê ye, di parzemîna Afrîkayê de bi hejmara xwe ya zêde ya tîmsahên Nîlê tê naskirin.


.webp&w=3840&q=75)
