Hewlêr (Rûdaw) - Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser êrişên li dijî malbatên Kurd ên ku dixwest vegerin Serê Kaniyê got, “Berpirsyar Sûriye ye.”
Neteweyên Yekbûyî peyama "Hikûmeta Sûriyeyê berpirsyara yekem a vegera ewle ya koçberan a ji bo malên wan e" da.
Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Farhan Haq pirsên Rûdawê yên li ser êrişên komên çekdar û Erebên hawirde yên li dijî koçberên Kurd bersivandin.
Hinek malbatên Kurd ên ji Serê Kaniyê îro xwest vegerên bajarê xwe lê rastî êrişî hatin.
"Birêvebiriya Şamê berpirsyar e"
Farhan Haq diyar kir ku Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) ji bo alîkariya kesên vedigerin çi ji destê wê tê dike.
Wî destnîşan kir ku birêvebiriya Şamê berpirsyara ewlehiya sivîlan e û got:
"Bê guman, eger êriş li ser kesên vedigerin hebin, divê ev ji aliyê rayedaran ve bi temamî werin lêkolînkirin. Divê rayedar lêpirsîneke berfireh bikin."
Di rêya vegerê de rastî êrişan hatin
Di çarçoveya peymaneke ku berê hatibû kirin de, biryar hatibû dayîn ku îro 600 malbatên Kurd vegerin warê xwe.
Ew malbat ji ber operasyonên li ser Serê Kaniyê koçber bûbûn.
Ji ber pirsgirêkên lojîstîk, hejmara malbatên ku derketin rê daket 410î.
Lê belê malbatên Kurd di dema vegera nav bajêr de rastî êriş û astengiyên wan Ereban hatin ku ji derve anîbûn û li Serê Kaniyê bi cih kiribûn.
Bersiva Alîkarê Berdevkê Neteweyê Yekbûyî Farhan Haq a ji bo pirsa nûçegihanê Rûdawê ya li ser mijarê bi vî rengî ye:
Rûdaw: Piştî koçberiya bi salan, bi sedan malbatên koçber ên Kurd vegeriyan Serê Kaniyê lê di vegera herêmên xwe de rastî êrişa komên çekdar hatin. Ev rewş di medyaya herêmê de gelekî deng veda. Gelo li ser vê mijarê ti agahiyên we hene? Peyama we ji bo rayedarên Sûriyeyê çi ye? Her wiha ji bo şopandina vê rewşê gelo karmendên UNHCRyê li herêmê hene?
Farhan Haq: Ez wisa difikirim ku UNHCR ji bo alîkariya kesên vedigerin çi ji destê wê tê dike lê teqez berpirsyara yekem hikûmeta Sûriyeyê ye. Divê ew ji bo ku ev mirov bi awayekî ewle vegerin malên xwe çi ji destê wan tê bikin. Bê guman, eger êriş li ser kesên vedigerin hebin, divê ev ji aliyê rayedaran ve bi temamî werin lêpirsînkirin.
.webp&w=3840&q=75)

