Hewlêr (Rûdaw) - Wekîlê Serokê Parlamentoya Federal û Parlamenterê Partiya Çep Bodo Ramelow bangî hikûmeta Almanyayê kir.
Bodo Ramelow xwest ku hikûmet ji bo çalakvanên Kurd efûyê derxe û bal kişand ser pêvajoya nû ya çareseriyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.
Ramelow ji rojnameya Rheinische Postê re axivî û got:
"Yasaya çarçoveyê ya ku li Enqereyê pêşkêşî parlamentoyê hatiye kirin rêya aştiyê vedike.
Ev yasa di heman demê de bersiva wê gava PKKyê ye ku sala borî bi îradeya xwe ragihandibû ku xwe fesix kiriye."
Bodo Ramelow her wiha anî ziman:
"Pêwîst e hikûmeta Almanyayê di warê dîplomatîk de piştgiriyê bide vê pêvajoyê.
Her wiha, çawa ku li Tirkiyeyê tê plankirin, divê li Almanyayê jî ji bo çalakvanên Kurd demildest efûyeke berfireh were derxistin."
Piştgiriyeke berbiçav ji bo aştiyê
Efû ango lêborîna giştî tê wê wateyê ku dewlet dev ji darizandin û cezakirina hinek tohmetbaran berdide.
Wekîlê Serokê Parlamentoyê bal kişand ser vê yekê û got ku ev gav dê bibe "piştgiriyeke berbiçav ji bo aştiya herêmê û ji bo maf û berjewendiyên Kurdan."
Ramelow kêfxweşiya xwe ya ji helwesta hikûmeta Tirkiyeyê anî ziman ku ji bo aştiya bi Kurdan re amade ye gavên berbiçav biavêje û da zanîn:
"Ev pêşhate biryardariya gelê Kurd ê li Tirkiyeyê careke din nîşan dide.
Ev biryardariya ji bo guhertineke demokratîk û ji bo bidawîanîna raboriya tijî şer û pevçûn e."
Projeyasa li Komîteya Dadê hat pejirandin
Projeyasaya çarçoveyê ku “bipaşxistina cezayên PKKyiyan” û şert û mercên berdana bikontrol li xwe digire, li Komîteya Dadê ya Parlamentoya Tirkiyeyê hat pejirandin.
Tê çaverêkirin ku projeyasa roja duşemê bikeve rojeva Civata Giştî.
Projeyasaya ku ji 12 madeyan pêk tê bi van şertan e:
Heger saziyên ewlehiyê piştrast bikin ku PKKyê bi awayekî fiîlî dawî li hebûna xwe aniye û çekên xwe radest kirine, dê lêpirsîn, darizandin û bicihanîna cezayên hinek sûcên terorê bên bipaşxistin.
Lê belê sûcên mîna "kuştina biqesdî" û ew sûcên beriya 1ê Hezîrana 2005an hatine kirin ku cezayê heta hetayê yan jî muebeta girankirî dixwazin, dê li derveyî yasayê bimînin.
Ji ber vê yekê Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan sûdê ji vê yasayê wernagire.
Ocalan 27ê Sibata 2025an banga danîna çekan û fesixkirina rêxistinê kiribû.
Li ser vê bangê jî PKKyê Gulana 2025an ragihandibû ku wê dawî li hebûna xwe aniye.
PKK li Almanyayê ji sala 1993yan ve ketiye lîsteya rêxistinên qedexekirî.

.jpg&w=3840&q=75)
