Hewlêr (Rûdaw) - Tora Medyayî ya Rûdawê di Xelatên Cannesê yên Medya û Televîzyonê ya sala 2026an de 2 serkeftinên mezin bi dest xistin.
Du beşên bernameya "Hîn jî Maye" ya ku rojnamegerê navdar ê Rûdaw û Kurdistanê Hêvîdar Ehmed pêşkêş dike, xelat wergirtin.
Beşa "Hîn jî Maye: Paşeroja Hizbulahê", di kategoriya "Current Affairs" de bû xwediya xelata Xelata Dolfînê.
Di heman demê de, beşa "Hîn jî Maye: Dawiya Mezopotamyayê" di kategoriya "Jîngeh, Ekolojî û Berdewamî" de bawernameya gihîştina qonaxa fînalê (Finalist) wergirt.
Çima ev xelat dan Rûdawê?
Birêvebirê Xelatên Cannesê Alexander Kammel îro Rûdawê re axivî.
Wî ragihand ku nêzîkî 100 endamên komîteya nirxandinê yên ji kanalên mezin ên wekî BBCyê berhem nirxandine.
Kammel li ser sedema dayîna vê xelatê ya ji Rûdawê re wiha got:
"Standardên we gelekî bilind in. Ka ez rast bibêjim, dema min amadehî ji bo vê hevpeyvînê dikir min li bernameyên we temaşe kir.
Bi rastî ez gelekî pê serbilind û dilxweş bûm. Min dît ku mijarên ew qasî hestiyar bi awayekî gelekî profesyonel hatine destgirtin. Ne tenê ji aliyê pêşkêşkar ve, ji aliyê xebata kamerayê û vegotina çîrokê ve jî gelekî serkeftî bû."
Rûdaw di rêza kanalên herî mezin ên cîhanê de ye
Bi wergirtina Xelata Dolfînê re Rûdaw dikeve rêza kanalên mezin ên wekî Bloomberg, Al Jazeera, Deutsche Welle û Warner Brosê.
Birêvebirê festîvalê ji Parîsê bi rêya vîdeoyê beşdarî bultena saet 14:00an a Rûdawê bû.
Wî ev yek wekî destkefteke mezin nirxand û got:
"Ev tê wê wateyê ku hûn li lûtkeyê ne. Çimkî eger em li serkeftiyên salên borî binêrin, ji bîr nekin ku sala borî Al Jazeera kanala salê bû. Ew der jî ji we ne dûr e.
Fîlmên we di asta herî bilind a belgefîlmên televîzyonan de ne. Ez difikirim ku ji bo beşdariya yekem, nexasim ji herêmekê ku em li Ewropa û cîhanê zêde zanyariyan li ser nizanin... Bi dîtina min ev destkefteke gelekî mezin e."
Ev xelat dê çi sûdê bide medyaya Kurdî?
Alexander Kammel eşkere kir ku ev xelat ne tenê ji bo serbilindiyê ye, dê deriyên nû jî li ber Rûdawê veke da ku li cîhanê zêdetir were naskirin û got:
"Beriya her tiştî ev qedirgirtin û nasandinek e ji bo tîmê. Ya duyemîn, hûn dê ji aliyê kanalên din ên televîzyonê ve bên naskirin çimkî hûn di nav serkeftiyan de ne. Ji ber vê yekê eger kesek li BBCyê yan RTVEyê an jî Warner Brosê li lîsteya serkeftiyên me binêre, dê bibêje 'Eev kîjan kanal e? Ka ez lê binêrim û zêdetir zanyariyan li ser wan wergirim'. Hûn dê bi vî awayî zêdetir werin naskirin."
Wî her wiha anî zimên ku ev xelat dê bibe alîkar da ku Rûdaw berhemên xwe bifiroşe kanalên din ên cîhanî.
Kammel pesnê bêaliyebûna bernameyê da û wiha pê de çû:
"Bi taybetî jî li herêma we ya ku gelekî aloz e. Çimkî her kes difikire ku medyaya wir bi awayekî ber bi aliyekî ve ye. Lê tiştê ku min dît, bi kêmanî di wan her du vîdeo û bernameyên we de, gelekî hevseng in. Gelekî bêalî ne û ez bi dîtina vê yekê gelekî kêfxweş bûm."
Rûdaw û xelata sêyemîn a cîhanî
Beşa "Hîn jî Maye: Paşeroja Hizbulahê", di kategoriya "Current Affairs" de bû xwediya xelata Xelata Dolfînê.
Her wiha xeleka "Hêşta Mawiyetî: Dawiya Mezopotamyayê" jî di beşa jîngehê de gihîşt qonaxa dawî.
Ev xelata sêyemîn a navneteweyî ye ku ev bernameya meydanî û lêkolînerî di heyama kêmtirî salekê de bi dest dixe.
Bernameyê berê jî "Xelata Telly" û "Xelata Zêrîn a Stevie" wergirtibûn.
Divê were gotin ku merasîma xalîçeya sor a ji bo dabeşkirina xelatan 24ê Îlona 2026an li bajarê Cannesê yê Fransayê bê lidarxistin.
Di wê merasîmê de xelat dê bi fermî pêşkêşî Rûdawê were kirin.
Pirs û bersivên Rûdawê û Alexander Kammel
Rûdaw: Bi sedan berhemên televîzyonî û medyayî ji seranserê cîhanê beşdarî festîvalê bûbûn. Kîjan taybetmendiya bernameya "Hîn Jî Maye" ya Tora Medyayî ya Rûdawê bi awayekî taybet bala komîteya nirxandinê kişand?
Alexander Kammel: Gelekî spas ji bo mêhvandariya we. Ji bo min cihê serbilindiyê ye. Ez nikarim bi hûrgilî ji te re bibêjim ku endamên komîteyê çi di bernameya we de dîtiye. Lê ez dikarim bibêjim ku nêzîkî 100 endamên me hene ji bo nirxandina wan fîlmên ku beşdarî 'Xelatên Cannesê yên ji bo Medyaya Şirketan û Televîzyonan' dibin. Gelek ji wan nirxêneran ji kanalên wekî BBC û televizyonên din ên neteweyî tên. Hûn ji aliyê hempîşeyên xwe ve tên nirxandin. Xweşbextane, her du berhemên we yên ku beşdar bûbûn jî di nav serkeftiyan de ne.
Rûdaw: Wergirtina vê xelatê di dîroka rojnamegeriya Kurdî ya li ser asta cîhanê de wekî qonaxeke girîng tê dîtin. Ev qedirgirtin çi peyamekê li ser kalîteya berhemên medyayî yên li Herêma Kurdistanê dide?
Alexander Kammel: Ev tê wê wateyê ku hûn li lûtkeyê ne. Eger em li serkeftiyên salên borî binêrin, Al Jazeera kanala salê bû. Fîlmên we di asta herî bilind a belgefîlmên televîzyonan de ne. Ji bo beşdariya yekem, ev destkefteke gelekî mezin e. Rast e em zêde li ser we dibihîsin lê zanyariyên me yên zêde li ser şiyanên we nînin.
Rûdaw: Tora Medyayî ya Rûdawê bi vê xelatê re ket rêza Bloomberg, Deutsche Welle, Al Jazeera û Warner Bros Discovery. Bûna saziyeke medyayî ya Kurdî di nav van navên cîhanî de çi îşaretê dide?
Alexander Kammel: Ev tê wê wateyê ku hûn di pola kanalên televîzyonê yên asta bilind de ne. Her wiha nîşan dide ku tu ji kû derê hatibî jî derfeta te heye tu di vê festîvala mezin de serkeftinê bi dest bixî. Hûn serkeftiyekî serbilind in û em bi kelecan li benda tîma we ne ku werin Cannesê û xelata xwe wergirin.
Rûdaw: Ev xelata sêyemîn a navneteweyî ye ku bernameya "Hêşta Mawiyetî" di kêmtirî salekê de bi dest dixe. Ev serkeftinên ku didomin li ser standardên profesyonel ên Rûdawê çi nîşan didin?
Alexander Kammel: Standard gelekî bilind in. Min dît ku mijarên ew qasî hestiyar bi şêwazeke profesyonel hatine destgirtin. Kameravanî û vegotina çîrokê gelekî serkeftî ne. Li cem min komîteyeke profesyonel heye û nêrînên wan jî wekî hev in. Ez we pîroz dikim.
Rûdaw: Ji bo saziyeke wekî Rûdawê ku ji herêmeke aloz a wekî Rojhilata Navîn tê, xelateke wiha kîjan deriyên nû vedike?
Alexander Kammel: Beriya her tiştî ev naskirin û qedirgirtin e ji bo tîmê. Ya duyemîn, hûn dê ji aliyê kanalên din ve werin naskirin. Hûn dikarin li welatê xwe bi xwe serbilind bin. Hûn kanaleke navxweyî bin jî dikarin hevrikiyê bi mezinên cîhanê re bikin. Ev peyameke girîng e.
Rûdaw: Ev naskirina navneteweyî çawa dikare alîkariya Rûdawê û medyaya Kurdî bike da ku çîrokên herêmê bigihînin bînerên cîhanî?
Alexander Kammel: Eger hûn bixwazin bernameyên we ji aliyê kanalên din ve bên weşandin, hûn dikarin bibêjin ku 'em kanaleke xelatgir in'. Kanalên din belgefîlman dikirin. Di herêmeke aloz de, bêaliyebûna bernameyên we gelekî girîng e. Ev xelat dikare alîkariya we bike da ku hûn li ser asta cîhanê zêdetir balê bikişînin.

