Harlem (Rûdaw) - Li taxa Harlemê ya li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê ev 52 sal in festîvala "Hefteya Harlemê" tê lidarxistin.
Ev festîval, wekî sembola têkoşîna bi çand û hunerê ya li dijî cihêkariya nijadî û bêedaletiyê didome.
Lê şêniyên taxê diyar dikin ku van salên dawî kirê û mesrefên jiyanê zêde bûne û ev yek gefê li nasnameya çandî ya Harlemê dixwe.
Serokê Festîvala Hefteya Harlemê Marko Nobles li ser girîngiya çandî ya Harlemê ji Rûdawê re axivî û got:
“Harlem çand e, civak û malbat e. Ev der afirînerê stîl û trendan e, Harlem li ser rûyê erdê cihê herî bêhempa ye."
Harlem, ji destpêka sedsala 20î ve bûye yek ji navendên girîng ên jiyana çandî û hunerî ya Amerîkiyên reşik.
Şanoya Apolloyê ya li taxê, yek ji wan cihên girîng e.
Michael Jackson di zarokatiya xwe de li wê derê derketiye ser dikê û Ella Fitzgeraldê jî di ciwaniya xwe de li wê derê nav û deng daye.
Parêzvanê mafên reşikan Malcolm X jî bi axaftinên xwe yên li Harlemê, di dîroka siyasî û çandî ya taxê de cihêkî girîng girtiye.
Wênesaz Josh Friedmanê ku şêniyê Harlemê ye li ser dîroka taxê axivî û got:
"Cîhana Harlemê zincîreyeke şaheseran e, mirovên vê derê bi rastî jî mirovên berxwedêr in."
Bihabûna jiyanê nasnameya taxê diguherîne
Şêniyên Harlemê diyar dikin ku berê cihêkariya nijadî pirsgirêka herî mezin a civaka reşikan bû.
Îro jî zêdebûna mesrefên jiyanê û kirêyên giran zextê li taxê dikin û ew ji vê yekê dilgiran in.
Li gorî amaran, di navbera salên 2002-2014an de kirêyên xaniyan ên li Harlemê ji sedî 90 zêde bûne.
Di heman demê de zêdebûna li seranserê New Yorkê ji sedî 32 bû.
Tê diyarkirin ku di heyama 2010-2020an de hejmara nifûsa reşikan a li Harlemê 10 hezar û 805 kes kêm bûye.
Şêniya Harlemê Vanessa McClearyê diyar kir ku hinek ji malbata wê ji ber sedemên aborî koçî bajarekî din kirine û got:
"Piraniya endamên malbata min koçî Atlantayê kir. Çimkî jiyana li wê derê erzantir e, êdî hêza me nemaye ku em heqê kirêya xaniyê li vê derê bidin."
Festîval îsal jî tê lidarxistin
Festîval îsal bi dirûşma "Rêzgirtina li Mîrateya Me" tê lidarxistin.
Ev cara ewil e ku festîval bêyî damezrînerê xwe Lloyd Williams tê lidarxistin.
Lloyd Williams sala borî koça dawî kiribû.
Tê diyarkirin ku çand û huner di parastina nasnameya civaka reşikan a li Harlemê de roleke girîng dilîze.
Li aliyê din, tê nîqaşkirin ma dê zêdebûna bihabûna jiyanê çawa bandorê li pêkhateya demografîk û çandî ya taxê bike.


