Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Navxwe ya Polonyayê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku wan sînorên welatê xwe bi temamî kontrol kirine û rê nedane ku koçber bi awayekî neyasayî derbas bibin.
Wezaretê tekez kir ku bi rêya veqetandina bi sedan milyon dolarî û bikaranîna teknolojiya bipêşketî, sînorên wan li ser asta Yekîtiya Ewropayê bûne sînorên herî parastî.
Wezareta Karên Navxwe ya Polonyayê pirsên Tora Medyayî ya Rûdawê yên li ser rewşa sînoran bersivandin:
"Me bi serkeftî ew rêya koçberiyê ya çêkirî girt ku ji aliyê Moskow û Mînskê ve hatibû çêkirin."
Wezaretê da zanîn ku di 3 mehên destpêkê yên sala 2026an de derbasbûnên neyasayî li sînorên wan nehatine tomarkirin.
Sala 2023yan nêzîkî 12 hezar kesî û sala 2024an jî 5 hezar û 300 kes bi awayekî neyasayî derbasî Polonyayê bûbûn.
Wezareta Karên Navxwe ya Polonyayê got, "ev serkeftineke ji sedî 100 e."
Wezaretê li ser hewldanên derbasbûnê yên îsal ji Rûdawê re eşkere kir ku ji destpêka 2026an heta dawiya meha Gulanê, tenê nêzîkî 215 hewldanên derbasbûna neyasayî hatine tomarkirin.
Ev hejmar li gorî heman dema sala 2025an ku 10 hezar û 600 hewldan bûn, zêdetirî 40 qatî kêm bûye û "rê li ber hemû hewldanên îsal bi serkeftî hatiye girtin."
Sedemên kêmkirina koçberiyê
Wezaretê sedema vê serkeftinê bi tundkirina rêkarên li qada tampon û rawestandina demkî ya mafê penaberiyê ve girê da û da zanîn ku bi saya van rêkaran, hejmara daxwazên mafê penaberiyê li gorî sala 2022yan bi rêjeya ji sedî 35 kêm bûye.
Li aliyê din, hejmara wan koçberên ku hatine dersînorkirin û fermana vegerê ji bo wan derketiye, li gorî sala 2025an ji sedî 26 zêde bûye.
Ji ber berdewamiya zexta koçberan a ji aliyê Belarûsê ve, Wezareta Karên Navxwe ya Polonyayê biryar daye ku dema mayîna qada tampon a li ser sînorê Polonya û Belarûsê 3 mehên din dirêj bike.
Ev biryar 3yê Hezîrana 2026an ketiye warê bicihkirinê.
810 milyon dolar ji bo parastina sînoran
Wezareta Karên Navxwe ya Polonyayê di beşeke din a bersiva xwe de ji Rûdawê re amaje pê kir ku wan heta niha 3 milyar zlot (810 milyon dolar) ji bo parastina sînorên xwe xerc kiriye
Di nav vê de nêzîkî milyarek zlot (270 milyon dolar) ji bo çêkirina têlbendên karebayî û 442 milyon zlot jî ji bo nûkirina berbestan hatiye xerckirin.
Her wiha hat diyarkirin ku ji meha Adara 2026an ve sîstemeke pir bipêşketî ya Polonyayê ya li dijî dronan bi 60 milyon zlotî (160 hezar dolar) tê xebitandin.
Ev sîstem dikare di dûriya bi sedan kîlometreyan de dronan tesbît bike.
Li gel vê yekê, li hemû 71 deriyên sînorî yên Polonyayê Sîstema Tomarkirina Ketin û Derketinê (EES) hatiye danîn.
Heta niha agahiyên biometrîk ên 2,65 milyon kesan hatine komkirin ku piştrast bin sînor ji aliyê dîjîtal ve bi temamî parastî ye.
Wezareta Karên Navxwe ya Polonyayê di dawiya bersiva xwe de ji Rûdawê re tekez kir:
"Sînorê rojhilatê Yekîtiya Ewropayê, yek ji sînorên herî baş û parastî ya derve ye."



