Hewlêr (Rûdaw) - Dan Caine, di civînên bi dizî de li gel şêwirmendên Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandiye ku divê Washington rêyekê ji bo vekişîn û bidawîanîna şerê bi Îranê re bibîne.
Serokê Sererkaniya Amerîkayê General Dan Caine hişyarî daye ku vebijêrkên leşkerî yên ji bo zêdekirina aloziyan dibe ku encamên berovajî bidin û hêza asmanî bi tenê nikare armancên Trump bi cih bîne.
Sê çavkaniyên agahdar ji kanala CNNê ya Amerîkayê re ragihandiye ku Dan Caine li gel berpirsên payebilind ên kabîneya Trump ku di nav de Birêvebirê CIAyê John Ratcliffe, Wezîrê Karên Derve Marco Rubio û Alîkarê Serok JD Vance jî hene behsa dilgiraniyên xwe kiriye.
Ew di wê baweriyê de ye ku şer gihîştiye rêyeke xeternak û divê "rêyeke derketinê" were dîtin.
Dan Caine meha borî eşkere li ber Kongreyê got, "Sînorê hêza asmanî heye."
Ev gotin di demekê de ne ku Donald Trump zêdetir meyla wî li ser bombebarana asmanî heye û naxwaze hêza bejayî bişîne Îranê lê belê Caine û şêwirmendên din di wê baweriyê de ne ku tenê bombebaran nikare Îranê neçar bike ku were ser maseya dan û standinan.
Dilgiraniya hevpeymanên li Rojhilata Navîn
Li gorî agahiyên berpirsekî payebilind ê birêvebiriya Amerîkayê, Trump piştî dan û standina bi hevpeymanên xwe yên li Rojhilata Navîn re biryar da ku ji hinek êrişên plankirî vekişe.
Hevpeymanên Amerîkayê yên li herêmê ditirsin ku Îran wekî tolhildan êrişî binesaziyên wan bike.
Her wiha kêmbûna depoyên cebilxane û mûşekên Amerîkayê bûye pirsgirêkeke din.
Fermandar dibêjin asta cebilxaneyan "bi awayekî xeternak kêm e" û ev yek bandorê li şiyana Amerîkayê ya ji bo parastina Îsraîl û Ukraynayê dike.
Hevsengiyeke hestyar
Ew çavkaniyên ku ji CNNê re axivîne dibêjin Dan Caine hewl dide ji aliyekî ve baweriya Trump biparêze û ji aliyê din ve rastiyên tal ên leşkerî jê re bibêje.
Wî ji Trump re gotiye eger biryara êrişeke mezin bide, artêşa Amerîkayê dikare "wêrankariyeke mezin" li Îranê bike lê bi dizî amaje pê kiriye ku ev yek nabe sedema bidawîhatina şer bi wî awayê ku Serok dixwaze.



