Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê pilebilind ê teknolojiyê yê Yekîtiya Ewropayê ji şirketên Metayê û TikTokê xwest ku ji bo rêlibergirtina belavbûna agahiyên nerast ên di demên krîzê de bixebitin.
Ev daxwaz piştî wê yekê hat ku hefteya borî nûçeyek li ser torên civakî bû sedema pêleke koçberan a ber bi Ceutaya Spanyayê ve.
Komîseriya Yekîtiya Ewropayê ya Serweriya Teknolojî, Ewlehî û Demokrasiyê Henna Virkkunenê ragihand ku divê platform rastiyên di qada dîjîtal de biparêzin, bi taybetî jî di demên krîzê de.
Henna Virkkunenê got:
"Divê çavdêrî werin zêdekirin û hevahengiya bi aliyan re ji bo piştrastkirina agahiyan xurttir bibe."
Wê her wiha destnîşan kir ku Yekîtiya Ewropayê dê roja duşemê li ser vê pirsgirêkê lêkolînên zêdetir bike.
Belavbûna agahiyên şaş li ser torên civakî roleke serekî di çûyîna bi deh hezaran mêr, jin û zarokan a li herêma Ceutayê ya li Spanyayê de lîst.
Ev yek piştî ku nûçeyek hat belavkirin ku "sînor hatine vekirin" qewimî.
Rayedarên Spanyayê ragihand ku di wê bûyerê de 80 kes mirine.
Aloziyên dîplomatîk
Ev bûyer ji aliyê dengên rastgir ve wekî belgeyek hat bikaranîn ji bo ku bibêjin Ewropa di bin metirsiya koçberiya nekontrolkirî de ye.
Koçberiya Mexribiyan di navbera Spanya û Îtalyayê de bû sedema pirsgirêkên dîplomatîk.
Berpirsê Koçberiyê yê Yekîtiya Ewropayê Magnus Brunner bûyera Ceutayê wekî "ceribandinek" ji bo ewlehiya sînoran û şiyana rûbirûbûna bi agahiyên nerast bi nav kir.
Brunner destnîşan kir ku ev pêla koçê ji aliyê torên tawanbar ên qaçaxçîtî û agahiyên nerast ve hatiye teşwîqkirin lê wî got hîn zû ye ku were zanîn ka kî li pişt vî karî ye, gelo qaçaxçî ne yan jî dewleteke biyanî ya wekî Rûsyayê ye.
Li aliyê din, lêkolîneke şirketa Golden Owlê gihîşt wê encamê ku ev pêla koçberan "operasyoneke bi mebest û birêxistî bûye."



