Hewlêr (Rûdaw) - Li kampeke penaxwazan a bajarê Augsburgê yê Almanyayê du penaxwazên Kurd bi kêrê hatin kuştin.
Polîsan penaxwazekî Sûriyeyî yê 29 salî wekî gumanbarê sereke desteser kir.
Daxuyaniya polîsan
Berdevkê Polîsên Schwabenê li ser bûyerê ragihand:
"Polîsên tawanan ên Augsburgê 3yê Tebaxa 2026an dest bi lêpirsînê kir. Welatiyekî Sûriyeyê yê 29 salî û welatiyekî Îraqê yê 54 salî bûbûn qurbanî.
Di çarçoveya lêpirsînan de, gumanên li ser welatiyê Sûriyeyî yê 29 salî zêde bûn.
Dadwerê lêkolînan biryara girtina wî da. Her wiha li derdora navendeke penaberan a li Kolana Inningerê ya li Augsburgê, ji bo dîtina delîlan lêgerînên berfireh hatin kirin."
Termên wan di konteynerekê de hatin dîtin
Li gorî daxuyaniya polîsan, termên her du Kurdan di nav konteynereke gilêşê de hatine dîtin.
Heta niha sedema sereke ya kuştina wan nehatiye eşkerekirin.
Polîsan da zanîn ku gumanbar û her du kuştî li heman navenda penaxwazan diman. Her wiha hat zanîn ku welatiyê ji Başûrê Kurdistanê û gumanbar demekê di heman jûrê de mane.
Qurbanî kî ne?
Yek ji qurbaniyan kesekî 54 salî yê ji Silêmaniya Başûrê Kurdistanê ye. Qurbaniyê din jî Şêxmûs Mela Xidirê 39 salî ye ku ji Rojavayê Kurdistanê ye.
Malbata Şêxmûs Mela Xidir ji Rûdawê re ragihand ku Şêxmûs bavê 4 zarokan e û bi eslê xwe ji navçeya Til Temirê ye.
Ji bo alîkariyê çûbû hewara cîranê xwe
Malbata Şêxmûs sala 2016an wekî penaxwaz çûbû Almanyayê.
Malbata wî dibêje ti pirsgirêkên Şêxmûs bi ti kesî re nebûn.
Li gorî gotina malbatê, Şêxmûs dema bûyerê ji bo alîkariyê çûbû hewara cîranê xwe yê ji Başûrê Kurdistanê lê êrişkarê Sûriyeyî bi kêrê êrişî wî jî kiriye û ew kuştiye.
Şiyar Mela Xidirê birayê Şêxmûs Mela Xidir xwest ku tawanbar were cezakirin.


