New York (Rûdaw) - Talîban şanaziyê bi zêdebûna rêjeya geştyarên biyanî dike lê berpirseke pilebilind a Neteweyên Yekbûyî wêneyekî gelekî tarîtir ê navxwe yê Efxanistanê nîşan dide.
Ew radigihîne ku jin û keç ji ber sînordarkirinan hêdî hêdî ji nav civakê winda dibin.
Nûçegihanê Rûdawê yê New Yorkê Namo Ebdula di raporekê de balê dikişîne ser du rûyên cuda yên jiyana li Efxanistana di bin desthilata Talîbanê de.
Li aliyekî, geştyarên wekî wê jina Almanyayî ya ku çûye wî welatî behsa tecrubeyeke aram û xweş dikin.
Talîban jî dibêje ku geştyariya biyanî ji sedî 80 zêde bûye lê li aliyê din, raporên navneteweyî behsa "karesateke mirovî" ya bêdeng dikin.
Berpirsa Rêxistina Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî ya Efxanistanê Olga Cherevko bi rêya ekranekê ji Neteweyên Yekbûyî re axivî û wê li ser rewşa jinan hişyarî da û got:
"Sînorên ku ji bo jin û keçan hatine diyarkirin, bandor li hemû qadên jiyana rojane yên wekî xwendin, debara jiyanê û tenduristiyê kiriye."
Olga Cherevko balê dikişîne ser metirsiyeke mezin û dibêje:
"Dema ku jin ji jiyana giştî tên dûrxistin û nayên dîtin, metirsiya tunekirina wan heye."
Welatê herî metirsîdar ê ji bo dayîk û zarokan
Efxanistana di bin desthilata Talîbanê de, wekî welatê herî metirsîdar ê ji bo jidayîkbûna zarokan li Asyayê di rêza yekem de ye.
Amar nîşan didin ku ji her hezar pitikan, 50 pitik beriya ku bigihêjin salekê dimirin.
Salane jî zêdetirî 7 hezar jin di dema ducanîbûnê û dema anîna zarokan de dimirin.
Krîza darayî û alîkariyên mirovî
Olga Cherevko li ser destwerdana Talîbanê ya di dabeşkirina alîkariyan de ji Rûdawê re axivî û got ku ew hewl didin alîkarî tenê li ser bingeha pêwîstiyê bigihêjin destê xelkê û ew prensîbên mirovî diparêzin.
Pêwîstiya Neteweyên Yekbûyî ji bo alîkariya Efxanistanê bi 1,71 milyar dolarî heye lê heta Tebaxa îsal, tenê ji sedî 26ê wî pereyî hatiye dabînkirin.
Heta niha li Neteweyên Yekbûyî kursî û nûnerên Talîbanê nînin.
Alîkarê Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Farhan Haq li ser pirsa Rûdawê ya li ser îhtimala dayîna kursiyekê ji bo Talîbanê wiha axivî:
"Hikûmet bi xwe biryarê didin ka kê wekî hikûmet nas dikin an na.
Heta niha di nav endamên Neteweyên Yekbûyî de ti liv û tevger di vî warî de nînin."
Ji bilî krîzên navxwe, vegera nêzîkî 2 milyon koçberên Efxan ên ji Îranê ku piraniya wan bêkar in, barê darayî û mirovî yê wî welatî girantir kiriye û krîz kûrtir kiriye.


