Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew li şûna operasyoneke leşkerî peymaneke bi Îranê re tercîh dike.
Trump hişyarî da ku eger dîplomasî bi ser nekeve, bikaranîna hêzê hîn jî vebijêrkek e.
Trump li Las Vegasê di çalakiyekê de got, "Ez peymanê tercîh dikim çimkî ez naxwazim mirov bimrin" û diyar kir ku îdareya wî ji bo "êrişa herî mezin a piştî Şerê Cîhanê yê Duyem" amade ye lê piştî ku rayedarên Îranî xwestiye ku dan û standin bên kirin, wî ev plan rawestandine û got:
"Wan telefonî min kir û got, 'Tika ye meke. Werin em biaxivin.' Ew niha dibêjin 'Me tiştekî wilo negotiye.'
Hûn dizanin çi ye? Medyaya derewîn dizane ku wan ev gotiye lê em niha diaxivin.
Bila em bibînin bê ma dê çi bibe lê ew rêzê li me digirin."
Trump destnîşan kir ku divê Îran nebe xwediyê çekên nukleer.
Bihayê petrol û benzînê
Trump li ser bihayê petrol û benzînê jî axivî û diyar kir ku piştî çareserkirina krîza bi Îranê re, dê biha gelekî dakevin û got:
"Gava ev rewşa bi Îranê re biqede, bihayê petrolê dê bigihe erdê û benzîn dê dakeve."
Pêvajoya dan û standinan
Washington û Tehranê 18ê Hezîranê peymaneke çarçoveyî îmze kiribû û ji bo peymaneke dawî dest bi dan û standinan kiribû.
Lê dan û standin ji ber nakokiyên li ser garantiyên ewlehiyê û azadiya çûn û hatina li Tengava Hurmizê rawestiyabûn û meha borî alozî dîsa zêde bûn.
Amerîkayê li nav Îranê hinek êriş pêk anîn.
Tehranê jî bersiv da û hinek navendên leşkerî yên Amerîkayê yên li Urdin, Behreyn û Kuweytê kirin hedef.
Îranê di vê demê de gelek caran êrişî Başûrê Kurdistanê jî kir.


