Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Tengava Hurmizê dê "di demeke nêzîk de" vebe.
Trump hişyarî da Tehranê ku heke peymanek çênebe, Amerîka dê bersiveke leşkerî ya tund bide.
“Em dê gelekî tund lê bidin”
Trump ji Fox Newsê re axivî û got: "Tengav dê di demeke nêzîk de vebe, yan jî em dê gelekî tund lê bidin û paşê dê vebe."
Wî diyar kir ku ew amade bû êrişeke mezin bibe ser Îranê lê piştî ku rayedarên Îranî daxwaza dan û standinan kir, wî ev yek qebûl kiriye û anî zimên:
"Me dê êrişeke mezin bikira, ya herî mezin a piştî Şerê Cîhanê yê Duyem.
Wan bi rêzdarî telefonî min kir û got 'Ji kerema xwe re em dikarin biaxivin?' Min jî got 'Belê em dikarin biaxivin. Werin em vî karî biqedînin'."
“Em rê nadin Îran bibe xwedî çekên nukleer”
Serokê Amerîkayê destnîşan kir ku heke Îran ji dan û standinan vekişe, ew dê rastî bersiveke giran were.
Wî ducare kir ku ew rê nadin Îran bibe xwedî çekên nukleer.
Trump eşkere kir ku roja sêşemê "dan û standineke ku tevahiya rojê ajot" bi Îranê re hatiye kirin û got:
"Heke Tengava Hurmizê vebe, bihayê petrolê dê dakeve. Ez bawer dikim ku dê bibe 2,50 dolar."
Trump her wiha xwest ku şirketên petrolê dest bi kêmkirina bihayê benzînê bikin.
Paşê Trump li eyaleta Californiayê ji rojnamegeran re axivî û diyar kir ku karê wan ê bi Îranê re "gelekî baş berdewam dike" û biland:
"Em gelekî baş berdewam dikin. Em dê di nava 48 demjimêran de encamê zanibin."
Peymana demkî nêzîk e
Malpera Axiosê roja sêşemê ragihand ku Amerîka, Îran û Uman ji bo vekirina Tengava Hurmizê û ragihandina agirbestê nêzîkî peymaneke demkî ne.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio jî got ku ew hêvî dike peyman di demeke nêzîk de pêk were.


