Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio li ser egera peymana bi Îranê re got, “Ez dikarim bibêjim ku di vê pêvajoyê de pêşveçûn çêbûye lê hîn bi dawî nebûye û ez hêvî dikim ku di demeke nêzîk de pêk were."
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio di merasîma îmzekirina peymana hevkariya nukleerê ya sivîl a bi Alîkarê Serokê Paraguayê Pedro Alliana re de rojeva Îranê nirxand.
Rubio diyar kir ku ew hewl didin ku li ser 2 mijaran bi Îranê re li hev bikin.
Wî destnîşan kir ku yek ji wan mijaran bêçekkirina Îranê ye.
Bi gotina wî mijara din jî ew e ku rê bi derbasbûna keştiyên zêdetir were dayîn da ku di Tengava Hurmizê re derbas bibin.
Rola Umanê di dan û standinan de
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê amaje bi rola Umanê jî kir û wiha axivî:
"Dema ku em ber bi dan û standinên demdirêj ên li ser bêçekkirina nukleerê ve diçin, ez bawer dikim ku pêvajoyeke nîqaş û dan û standinê di navbera Uman û Îranê de heye.
Em jî tê de beşdar in da ku em piştrast bikin ku di demeke kurt de keştiyên zêdetir dikarin bi ewlehî di wê derê re derbas bibin."
Rubio li ser peymaneke muhtemel a Tengava Hurmizê jî hêviyên xwe anîn zimên û got ku ew li bendê ye di demeke nêzîk de ev yek çêbibe.


