Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Washingtonê ya Amerîkayê ji ber şewatên daristanan bêhtirî 65 hezar kesan koçber bûn û bi sedan avahî jî bi temamî şewitîn.
Xaça Sor a Amerîkayê eşkere kir ku 65 hezar kes ji cihê xwe hatine veguhastin.
Rêxistinê diyar kir ku li gorî nirxandinên destpêkê agir zêdetirî 700 xaniyan şewitandine.
Hat destnîşankirin ku piraniya xaniyên şewitî li parêzgeha Spokaneyê ne.
Kesek hat desteserkirin
Şerîfê Spokaneyê John Nowels di konferanseke rojnamegeriyê de ragihand ku polîsan bi tohmeta şewitandinê kesek desteser kiriye.
Tê angaştkirin ku wî gumanbarî agir berdaye daristana "Old Trails"ê û ev şewat yek ji wan şewatên metirsîdar ên herêmê ye.
Tîma Birêvebiriya Şewatê ya Spokaneyê ragihand ku hewa hinekî baş bûye û ev yek jî alîkariya tîmên agirvemirandinê dike.
Li gorî amaran, di şewatên li derdora Spokane û Stevensê de ji roja şemiyê ve 3 hezar û 248 hektar erd bûne xwelî û ew şewat heta niha qet nehatine kontrolkirin.
Metirsiyên mezintir
Li deverên din ên eyaletê metirsiyên mezintir hene.
Şewata Sinlahekinê ya ku 26ê Tîrmehê ji ber birûskê dest pê kiribû belavî 34 hezar û 398 hektaran bûye.
Pirtirî 820 agirvemirêneran hewl didin wî agirî vemirînin lê ew jî hîn qet nehatiye kontrolkirin.
Li aliyê din, di şewata li Little Gianta li bakurrojavayê Leavenworthê de, 20 hezar û 759 hektarên Daristana Neteweyî ya Okanogan-Wenatcheeyê şewitîn.

