Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Karên Derve ya Swêdê ragihand ku divê Peymana Şingalê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de were bicihkirin.
Wezareta Karên Derve ya Swêdê di salvegera 12emîn a komkujiya Êzidiyan de ji Rûdawê re axivî.
Wezaretê ragihand ku ew bi Yekîtiya Ewropayê (YE) re piştgiriyê didin hewldanên ji bo lêpirsîn û darizandina kes û aliyên ku komkujiya Êzidiyan kiriye.
Her wiha wezaretê destnîşan kir ku çareya herî baş a ji bo asayîbûna rewşa navçeyê pêkanîna Peymana Şingalê ye.
Ofîsa Ragihandinê ya Wezareta Karên Derve ya Swêdê îro daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Swêd û Yekîtiya Ewropayê piştgiriyê didin hewldanên ji bo lêpirsîn û darizandina encamderên van tawanên qirêj."
Ofîsê bal kişand ser qurbaniyan û got, "Hemû qurbanî û rizgarbûyên terorê ya DAIŞê hejayî dadperweriyê ne, bi taybetî jî civaka Êzidî."
Çekdarên DAIŞê 3yê Tebaxa 2014an êrişî qezaya Şingalê û derdora wê kir.
Wan bi hezaran Kurdên Êzidî qetil kirin û bi hezaran jî revandin.
Wezareta Karên Derve ya Swêdê li ser yekîtiya Îraqê jî ev peyam da:
"Yekîtiya Ewropayê piştgiriyê dide yekparçeyî, serwerî û yekîtiya axa Îraqê. Ev yek bi rêzgirtineke temam li pirrengiya wê ya neteweyî û olî pêk tê ku civaka Êzidî beşekî jê veneqetiyayî ye."
Zêdetirî 2 hezar û 500 Êzidî wenda ne
Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Revandiyên Destê DAIŞê Husên Qaidî 1ê Tebaxa ji Rûdawê re axivîbû.
Ev ofîs ser bi Ofîsa Taybet a Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve ye.
Husên Qaidî eşkere kir ku ji destpêka komkujiyê ya sala 2014an ve ofîsa wan navê 6 hezar û 417 revandiyan qeyd kiriye.
Di nav van qurbaniyan de jin, zarok û mêr hene.
Qaidî da zanîn ji wê demê heta îro 3 hezar û 595 kes ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin û vegeriyane nav malbatên xwe.
Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Revandiyan hişyarî da ku piştî 12 salan hîn jî zêdetirî 2 hezar û 500 Êzidî winda ne û çarenivîsa wan ne diyar e.
Rexne li Bexdayê hat girtin
Wî rexne li hikûmeta federal a Îraqê girt û got ku Bexda "Wekî pêwîst li vê dosyeyê xwedî derneketiye."
Qaidî anî zimên ku heta niha Îraq nebûye endama Peymana Romayê da ku karibe li ser asta navneteweyî li ser vê dosyeyê kar bike.
Her wiha wî diyar kir ku li başûrê Şingalê gelek gorên bikom hene û heta niha nehatine vekirin.
Wezareta Karên Derve ya Swêdê pêkanîna Peymana Şingalê wekî çareya herî baş ji bo asayîbûna rewşa navçeyê dibîne.
Wezaretê di daxuyaniya xwe de got:
"Yekîtiya Ewropayê ji hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwestiye ku dest bi pêkanîna Peymana Şingalê bikin.
Çimkî ev yek dibe derfeta başbûna rewşa jiyanê ya li Şingalê û rê dide koçberên navxweyî yên civaka Êzidî ku vegerin."
Peymana Şingalê çi ye?
Peymana Şingalê di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Îraqê de Çiriya Pêşîn a 2020an hatibû îmzekirin.
Armanca peymanê asayîkirina rewşa qezayê, vegera koçberan û derxistina komên çekdar e.
Li gorî şopandinên Rûdawê, heta niha jî piraniya xalên vê peymanê wekî pêwîst nehatine pêkanîn.
Xalên sereke yên Peymana Şingalê ev in:
Îdarî: Diyarkirina qaymeqamekî nû û serbixwe ji bo qezaya Şingalê.
Ewlehî: Derxistina hemû komên çekdar ên ji qezayê
Avakirin: Pêkanîna komîteyeke hevpar ji bo avakirina navçeyê û vegera xwebexş a koçberan a ji bo warê wan.



