Hewlêr (Rûdaw) - Li eyaleta Xeyber Pextunxwayê ya Pakistanê li ber qereqoleke polîsan teqînekê rû da û di vê teqînê de 14 kes mirin û 24 kes jî birîndar bûn.
Li gorî nûçeya rojnameya Dawnê, rayedaran li ser teqîna li herêma Swatê daxuyaniyek daye.
Hatiye diyarkirin ku êrişkarekî xwestiye bikeve hundirê qereqolê lê polîsan rê li berê girtiye.
Êrişkar piştî ku hatiye rawestandin teqemeniyên li ser xwe teqandine.
Rayedaran eşkere kir ku di nav kesên mirî de polîs û sivîl hene.
Hat ragihandin ku dema teqînê li nêzîkî qereqolê komek ji bo xwenîşandaneke "aştiyane" kom bûbû.
Hat gotin ku vê êrişê bandor li xwenîşanderan jî kiriye.
Heta niha ti komê berpirsyariya vê êrişê nexistiye stûyê xwe.



