Hewlêr (Rûdaw) - Li rojavayê Atînaya paytexta Yunanistanê şewata mezin a daristanan didome.
Du helîkopterên agirvemirandinê yên ku midaxeleyê li wê şewatê dikir, li hewayê li hev ketin.
Rêxistina Agirvemirandinê ya Yunanistanê li ser mijarê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bûyer li herêma Psathayê di dema vemirandina agir de çêbûye.
Hat ragihandin ku ji bo rizgarkirina ekîbên di nav helîkopteran de dest operasyona lêgerîn û rizgarkirinê hatiye kirin.
Niha li Yunanistanê 73 şewatên daristanan hene.
Ev şewat herî zêde li deverên wekî Atîna, Viotia, herêma Rethymnoyê ya Girîtê û Girava Parosê ne.
Şewatên ku li derdora Atîna û Viotiayê zêde bûne, derbasî giravan jî bûne.
Li gorî amarên peykan, bi giştî zêdetirî 5 hezar û 700 hektar erd şewitiye.
Herêmên Melabes û Preveliyê jî di nav wan qadan de ne ku agir bi wan ketiye.


