Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Spanyayê ragihand ku wan ji bo rêlibergirtina koçberên neyasayî li ser sînorên deryayî yên di navbera herêma Ceuta û Mexribê de berbesteke mezin daniye.
Li gorî nûçeya rojnameya El Paisê, bi biryara hikûmeta Spanyayê li Deriyê Sînorî yê Tarajalê yê li ser sînorê Mexribê, avakirina berbesteke ewlehiyê ya 500 metreyî bi dawî bû.
Ev berbest 30-70 santîmetreyan li ser avê ye û metreyekê jî di bin avê de ye.
Medyaya Spanyayê diyar kir ku ev berbest dê rê li ber hewlên derbasbûna neyasayî bi awayekî berbiçav bigire.
Ev biryara Spanyayê piştî wê yekê hat ku çend rojên borî bi deh hezaran koçberan berê xwe da bajarê Ceutayê yê Spanyayê û vê yekê di nav Yekîtiya Ewropayê de dilgiraniyek çêkir.
67 koçber mirin
Ji roja pêncşemê ve nêzîkî 60 hezar koçber bi rêya bejahî û deryayî derbasî Ceutayê bûne.
Spanyayê ragihand ku wan di nava 48 saetan de zêdetirî 48 hezar koçber vegerandine Mexribê.
Hat ragihandin ku di dema hewlên derbasbûnê de herî kêm 67 kes mirine.
Polîsan diyar kir ku hinek ji wan xeniqîne û hinek jî di bin lingan de mane yan jî dema xwestine ji ser têlan derbas bibin mirine.
Ev rewş bû sedem ku 22 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê ji bo parastina sînorên derve daxwaza gaveke hevpar bikin.
Îrlandayê ku serokatiya dewrê ya yekîtiyê di destê wê de ye, ji bo roja sêşemê bangî civîneke lezgîn a wezîrên karên navxwe kir.
Îtalyayê ji ber vê krîzê peymana Schengenê ya bi Spanyayê re mehekê rawestand.
Serokwezîrê Spanyayê Pedro Sanchez ev biryara Îtalyayê rexne kir û di nameyekê ji bo Yekîtiya Ewropayê de diyar kir ku yekîtî nikare li hemberî van karvedanên "neyasayî" bê deng bimîne.
Wezîrê Karên Navxwe yê Spanyayê Fernando Grande-Marlaska torên qaçaxçîtiyê tohmetbar kirin û got ku qaçaxçiyan bi rêya torên civakî agahiyên xelet belav kirine û koçber xapandine.
Marlaska her wiha anî ziman ku Mexrib ji bo wan ne gef e, berovajî vê yekê hevalbendeke pêbawer e.
Hikûmeta Madrîdê ragihand ku ew koçberên ku bi awayekî neyasayî derbasî Ceutayê bûne, nikarin herin axa sereke ya Spanyayê yan welatên din ên Schengenê.
Her wiha hat destnîşankirin ku yasaya nû ya mafê rûniştinê van koçberan li xwe nagire.
Ji bo mafê rûniştinê, divê koçber îsbat bikin ku ew beriya 1ê Kanûna Paşîn a 2026an li Spanyayê bi cih bûne.



