Hewlêr (Rûdaw) - Îtalyayê piştî pêla mezin a koçberiyê ya ber bi bajarê Ceutayê yê Spanyayê ve, peymana Schengenê ya bi Spanyayê re rawestand.
Fransayê jî sînorên xwe asê kirin û Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê îdia kir ku Spanya “koçberiya neqanûnî" hêsan dike.
Pêla mezin a koçberan
Ji doh ve pêleke mezin a koçberiyê ber bi bajarê Ceutayê yê Spanyayê ve çêbû ku li perava Mexrbê ye.
Berpirsên herêmî ragihand ku zêdetirî hezar û 500 koçber bi rêya deryayê gihîştine Ceutayê.
Serokê hikûmeta Ceutayê jî qala 60 hezar koçberan kir ku hewl dane derbasî bajêr bibin.
Li gorî agahiyan, di dema hewldana derbasbûna koçberan de qurbanî jî çêbûne.
Piştî vê yekê, Mexrib û Spanyayê ewlehiya li ser sînoran zêde kir.
Madrîdê ragihand ku wan nêzîkî 40 hezar kes vegerandine Mexribê.
Rawestandina peymana Schengenê
Piştî vê krîzê, Îtalyayê peymana çûn û hatina serbest (Schengen) a bi Spanyayê re rawestand.
Fransayê jî kontrolên li ser sînorên xwe yên bi Spanyayê re zehmet kirin.
Wezîrê Karên Derve yê Îtalyayê Antonio Tajani anî zimên ku siyaseta efûyê ya ku Spanya dimeşîne, bazirganiya mirovan teşwîq dike.
Madrîdê bertek nîşanî vê daxuyaniya Îtalyayê da û bangî balyozê Îtalyayê kir.
Bertekên Amerîka û Brîtanyayê
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê îdia kir ku hikûmeta Spanyayê “koçberiya neqanûnî" ya girseyî ya ber bi Ewropayê ve hêsan dike.
Li aliyê din, Serokwezîrê Brîtanyayê Andy Burnham jî got ku pêla koçberiyê wan dilgiran dike.
Andy Burnham destnîşan kir ku London dê piştgiriya xwe ya ji bo Madrîdê bidomîne.



