New York (Rûdaw) - Li pişt deriyên girtî yên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ji bo hilbijartina sekreterê nû dest bi hevrikiyeke bêdeng hatiye kirin.
Di civîneke nihênî de 15 dîplomatan ji bo destnîşankirina Sekreterê nû yê Neteweyên Yekbûyî nirxandina xwe ya yekem kir.
Hinek kes vê pêvajoyê dişibînin hilbijartina Papayê Vatîkanê ku encama wê jî nediyar dimîne.
Ji 7 namzedan ku 4 ji wan jin in, tenê 5 welatên xwedî mafê vetoyê biryara dawî didin.
Roja pêncşemê 15 dîplomatên Konseya Ewlehiyê beşdarî dengdaneke nihênî bûn.
Encama vê dengdanê ti carî bi awayekî fermî nayê eşkerekirin.
Ev dengdan ji bo hilbijartina Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê 5 salên paşerojê ye.
Dema ku derî vebûn, Serokê Konseya Ewlehiyê tenê piştrast kir ku dengdana yekem a nihênî ya bi navê hatiye kirin.
Serokê Konseya Ewlehiyê Makoongo Ngai got:
"Gera yekem a dengdanê hat kirin.
Namzed dê bi rêya nûnerên daîmî yên welatên endam ên ku navên wan pêşniyar kirine li ser encaman werin agahdarkirin.
Her wiha Serokê Konseya Giştî jî tê agahdarkirin ku dengdan hatiye kirin."
Rexneyên li ser nebûna zelaliyê
Pêvajoya hilbijartina Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî her tim ji ber nebûna zelaliyê tê rexnekirin.
Hinek kes vê pêvajoyê didin ber pêvajoya hilbijartina Papayê Vatîkanê ku li pişt deriyên girtî tê kirin.
Serokê Konseya Ewlehiyê Makoongo Ngai pirsên Nûçegihanê Rûdawê Namo Ebdula bersivandin:
Rûdaw: Wekî nûnerê welatê xwe nêrîna we li ser tevahiya pêvajoyê çi ye?
Makoongo Ngai: Ez nikarim wekî nûnerê Komara Demokratîk a Kongoyê nêrîna xwe diyar bikim. Ez wekî Serokê Konseya Ewlehiyê dixebitim.
Sekreterê niha yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterresê ku dê dawiya salê dema karê wî biqede zelaliyeke zêdetir dixwaze.
Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Farhan Haq jî ji Rûdawê re axivî:
Rûdaw: Gelo Sekreterê Giştî di wê baweriyê de ye ku pêvajoya destnîşankirina serokê vê rêxistinê divê di jûrekê de û dûrî çavên xelkê bê kirin?
Farhan Haq: Bê guman em zelaliya herî zêde dixwazin lê di dawiyê de ev biryarek e ku di destê welatên endam de ye.
Dê 5 welat biryara dawî bidin
Di 80 saliya xwe de ti carî jinek nebûye sekretera Neteweyên Yekbûyî.
Îsal 7 namzed hene û 4 ji wan jin in.
Ji bo ku bibin sekreterê giştî divê namzed dengê 9 endaman ji 15 endamên Konseya Ewlehiyê bi dest bixin lê şertek heye ku divê ti endamên daîmî wan veto neke.
Ango di dawiyê de tenê 5 welat biryarê didin bê kî dê bibe serokê rêxistinekê ku karên wê bandorê li bi milyonan kesên li cîhanê dikin.
Ev bandor ji koçberên Îraq û Sûriyeyê bigire heta nexweşên Ebolayê yên li Afrîkayê li ser gelek kesan heye.
Piştî dengdanê nûnerê Amerîkayê ji rojnamegeran re axivî.
Wî negot bê wî çawa deng daye lê got ku ew çi dixwaze.
Balyozê Amerîkayê yê li Neteweyên Yekbûyî Mike Waltz got:
"Pêwîstiya me bi sekreterekî giştî heye ku di vê rêxistinê de reforman bike. Wê biçûktir û bibandortir bike."
Dengdana yekem a li pişt deriyên girtî yên Konseya Ewlehiyê bi dawî bû.
Tê çaverêkirin ku dengdanên din ên nihênî jî werin kirin lê hîn dema wan nehatiye diyarkirin.
Ji bo hilbijartina sekreterê giştî yê niha beriya 10 salan 6 caran dengdan hatibû kirin.
Piştî wê li ser Antonio Guterres lihevkirinek çêbûbû.
Dema ku lihevkirin çêbibe Konseya Giştî dengdaneke fermî dike û sekreterê giştî hildibijêre.


