Hewlêr (Rûdaw) - Di medyaya Îranê de vîdeoyek hat belavkirin ku tê de hinek agahiyên li ser jiyana rojane ya Melania Trumpa hevjîna Serokê Amerîkayê Donald Trump, gefên li dijî kurê wê Barron Trump hene.
Vîdeoya Ajansa Tesnîmê
Ajansa nûçeyan a Tesnîmê ya ku bi nêzîkbûna xwe ya bi Supaya Pasdarên Îranê re tê naskirin, li ser hesabê xwe yê Telegramê vîdeoyek parve kir.
Di vîdeoyê de ew cihên ku Melania Trump pir diçe wan û ew dikanên ku ji wan dan û standinê dike hatin nîşandan.
Di dawiya vîdeoyê de ji bo Barron Trump gotina "Bila li benda me be" hatiye bikaranîn.


