Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan ragihand ku welatî wî şer naxwaze û bila Amerîka biryara aştiyê bibe.
Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan ji kanala Fox Newsê ya Amerîkayê re axivî ragihand ku welatê wî bi ti awayî li pey bidestxistina çeka atomê nîne.
Mesûd Pizîşkiyan da zanîn ku Îran amade ye bernameya xwe bixe bin kontrol û pişkinîna navneteweyî.
Serokkomarê Îranê her wiha tekez kir ku Tehran naxwaze şer bidome û got ku divê Washington biryara bidawîanîna şer bide.
Pizîşkiyan ew angaşt red kirin ku dibêjin Îran li pey çeka atomî ye û got:
"Rêberê me yê bilind ê şehîd berê çendîn caran ragihandibû ku li gorî fetwaya olî, çekên komkujiyê heram û neyasayî ne."
Pizîşkiyan amadebûna Tehranê ya ji bo kêmkirina rêjeya dewlemendkirina uranyumê diyar kir da ku dilgiraniyan ji holê rake û wiha pê de çû:
"Me gotiye em amade ne dewlemendkirina uranyumê kêm bikin. Ev ne pirsgirêkeke mezin e û em amade ne xwe bixin bin çavdêrî û pişkinîna navneteweyî."
"Me şer nexwestiye"
Serokkomarê Îranê amaje bi wê peymana jihevtêgihiştinê kir ku meha hezîranê ya borî di navbera Tehran û îdareya Donald Trump de hatibû îmzekirin lê paşê hat betalkirin.
Pizîşkiyan li ser vê mijarê got:
"Ti pirsgirêkên me nebûn. Me bi serokê we re li hev kir û me îmze kir. Li ser wê bingehê em hîn jî amade ne gavan bi pêş ve bavêjin.
Tengava Hurmizê ji aliyê me ve nehatibû girtin lê wan bêyî ti hincetên yasayî êrişî me kir. Rêberê me yê bilind, zanyar, fermandarên serbazî û berpirsên me şehîd xistin."
Pizîşkiyan helwesta Amerîkayê ya di dan û standinan de rexne kir û got:
"Pirsgirêk ew e ku Amerîka li şûna diyalogê, destpêkê me bombebaran dike û hemû rêyan digire."
"Sedema vî şerî teşwîqên Îsraîlê ne"
Pizîşkiyan destnîşan kir ku Îran ne plankara vî şerî bûye û wiha domand:
"Em hewl nadin Amerîkiyan bikujin lê Amerîka hewl dide Îraniyan bikuje. Me ti carî şer nexwestiye û niha jî naxwazin lê ji ber teşwîqên Îsraîlê ev şer bi ser me de sepandin.
Em naxwazin şer bidome û ew Amerîka ye ku divê hilbijêre ka dixwaze dawî lê bîne an na."
Serokkomarê Îranê da zanîn ku ji ber cezayên Washingtonê li welatê wî krîza aborî heye û got:
"Belê, pirsgirêkên me yên aborî hene lê ji bo mana xwe em dê tehemûla her zehmetiyê bikin û em dê berxwedana xwe bidomînin."
Pêwendiyên bi Hûsiyan re
Serokkomarê Îranê li ser pirsa pêwendiyên bi Hûsiyan re ku mûşekan diavêjin axa Erebistana Siûdî û kontrola peravên Deryaya Sor kirine, red kir ku ew fermanan ji Tehranê wergirin û got:
"Hûsî ji kiryarên xwe berpirsiyar in. Ew fermanan ji me nastînin. Ew li herêmê aliyekî berxwedêr in û li gorî wê rewşa ku bi ser wan de hatiye ferzkirin tevdigerin.
Pêwendiyên me bi wan re hene lê di navbera me de ti pêwendiyên pergalî ya fermanan nînin."
Angaşta bikaranîna peykên Çînê
Serokkomarê Îranê di dawiya hevpeyvînê de li ser wan raporan hat pirsîn ku behsa bikaranîna wêneyên peykên Çînê ji aliyê Îranê ve dikin ji bo êrişa li ser binkeyeke serbazî ya Amerîkayê ya li Urdinê ku di encamê de 3 leşkerên Amerîkî hatibûn kuştin wiha got:
"Bi taybetî haya min ji wan wêneyên peykan nîne ku hûn qala wan dikin. Tiştê ku artêşên du welatan di navbera xwe de dikin, girêdayî rêkarên wan ên leşkerî ye."



