Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî raporeke rojnameya Wall Street Journalê (WSJ), Serokê Amerîkayê Donald Trump ji ber dirêjbûna şerê Îranê bêzar bûye û baweriya wî bi dîplomasiyê nemaye.
Berpirsekî pilebilind ê îdareya Amerîkayê ji rojnameyê re ragihand ku Trump gihîştiye wê baweriyê ku dan û standinên bi Îranê re ti encaman nadin.
Wî berpirsî anî zimên ku Trump niha di rewşeke wiha de ye ku bawer dike Îranî tenê ji zimanê hêzê fêm dikin.
Çavkaniyên agahdar ji Wall Street Journalê (WSJ) re eşkere kir ku Trump di civîneke vê dawiyê ya li Koşka Spî de bi zimanekî tund êrişî serkirdeyên Îranê kiriye û navê wan wekî "şêt" aniye.
Serokê Amerîkayê dilgiran e ku şerê ku wî bawer dikir dê di nava çend hefteyan de bi dawî bibe, niha ketiye meha pêncan û ji bo nemana şer ti aso xuya nake.
Şêwirmendên Trump dilgiran in ku ev şer bandoreke xerab li ser hilbijartinên Kongreyê bike çimkî li gorî wan şer bûye sedema bilindbûna bihayê sotemeniyê û daketina piştgiriya ji bo Trump.
Yek ji sedemên din ên hêrsa Trump, hebûna agahiyên sîxiuriyê ne li ser plana Îranê ya ji bo kuştina wî û şêwirmendên wî yên pilebilind.
Dema ku Trump li Tirkiyeyê beşdarî lûtkeya NATOyê bûbû, hat agahdarkirin ku planeke Îranê ya ji bo kuştina wî heye.
Vegera ser vebijêrka leşkerî
Endamê Komarî yê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Parlamentoyê Michael McCaul got:
"Ez bawer dikim Serok pê hesiyaye ku wî derfeta temam daye aştiyê, loma niha vedigere ser Plana Ayê ku ew jî operasyona leşkerî ye."
Niha Amerîka hêz, tîmên bijîşkî û çekên bêhtir dişîne herêmê da ku vebijêrka leşkerî ya bihêztir bide destê Trump.
Şerê di navbera Amerîka û Îranê de 28ê Sibata 2026an dest pê kir û bû sedema girtina Tengava Hurmizê.
Meha hezîranê her du alî li ser belgeyeke lihevtêgihiştinê ya ji bo agirbestê gihîştin peymanê lê êrişên dawiyê ew agirbest ji holê rakir.


