Hewlêr (Rûdaw) - Donald Trump ragihand ku ew bi awayekî cidî li ser destpêkirina şerekî berfireh ê li Îranê difikire û hişyarî da ku êrişa bê dê gelekî mezintir be.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di hevpeyvîneke telefonî ya bi Axiosê re de ragihand ku ew mijûlî nîqaşa êrişeke leşkerî ya berfireh a li Îranê ye ku dê ji hemû êrişên berê berfirehtir be.
Donald Trump di hevpeyvînê de got:
"Ez li ser êrişeke mezin difikirim. Mezintir ji her tiştê ku berê hatiye kirin. Ez nêzîkî biryardanê me û em bi temamî ji bo wê amade ne."
Serokê Amerîkayê destnîşan kir ku Îran dixwaze dan û standinan bike lê di vê qonaxê de ne amade ne ku peymanekê îmze bikin.
Çavkaniyên agahdar ên ji hewlên navbeynkariyê ji Axiosê re ragihandiye ku serkirdayetiya Îranê heta niha razîbûna xwe ya pêşniyara dawî ya navbeynkaran nîşan nedaye û hevkariya pêvajoyê nakin.
Eniya Deryaya Sor û Hûsî
Donald Trump li kêleka aloziyên Tengava Hurmizê li ser platforma Truth Socialê hişyarî da Hûsiyên Yemenê û da zanîn ku heger Hûsî careke din êrişî keştiyên li Deryaya Sor bikin, Washington dê Îranê berpirsyar bibîne û "Îran û Hûsî dê rûbirûyî cezayeke leşkerî ya gelekî giran bibin."
Van pêşhatan bazara enerjiya cîhanî hejandiye û petrolê gihîştiye 100 dolarî.
Amerîkayê di 12 rojên borî de bi berdewamî li armancên leşkerî yên li Îranê xistiye ku rê li ber êrişên li ser keştiyên bazirganî bigire lê heta niha Tehranê ti nîşanên bipaşvekişînê nîşan nedane.
Serdana Netanyahu ya Washingtonê
Trump li ser hevahengiya li gel hevpeymanên xwe ragihand ku heger ew ji Îsraîlê bixwaze, ew dê di nava "2 xulekan" de bikevin nav şer lê wî tekez kir ku Amerîka ji bo destpêkirina operasyona nû "pêwîstî bi kesî nîne."
Serokê Amerîkayê her wiha got ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu dixwaze hefteya bê ji bo beşdariya merasîma koça dawî ya Senator Lindsey Graham biçe serdana Washingtonê û anî ziman:
"Pêwendiyên min bi Bibî (Netanyahu) re gelekî baş in û heger li bajêr be, ez dê wî bibînim."
Şerê Îranê yê ku ji dawiya meha Sibatê ve dest pê kiriye, niha ber bi qonaxeke nediyar û metirsîdar ve gavan diavêje.
Birêvebiriya Trump tekezî li ser "aştiya bi rêya hêzê" dike, rawestana rêyên avî yên wekî Tengava Hurmizê û Bab el-Mendebê, aboriya cîhanî xistiye ber qeraxa hilweşîneke mezin ku rojane 10 milyar dolar ziyanê lê dixe.


