Hewlêr (Rûdaw) - Balyozxaneya Amerîkayê ya Bexdayê ji ber aloziyên ewlehiyê yên ku li Rojhilata Navîn didomin û îhtimala xerabbûna rewşê hişyariyeke ewlehiyê ya cîhanî belav kir.
Balyozxaneyê ji welatiyên Amerîkayê xwest ku di asta herî jor de baldar bin.
Balyozxaneyê îro daxuyaniyek belav kir û tê de got:
"Ji ber aloziya ku li Rojhilata Navîn zêde dibe rewşa ewlehiyê hîn jî tevlîhev e û dibe ku bûyerên nediyar çêbibin."
"Dibe ku geşt werin betalkirin"
Di daxuyaniyê de ji wan welatiyên Amerîkayê yên ku niha li Rojhilata Navîn in hat xwestin ku baldariya xwe zêdetir bikin.
Her wiha hat xwestin ku ew li hemberî betalkirina geştan, girtina demkî ya qadên asmanî û pirsgirêkên ku di veguhastina asmanî de derkevin amade bin.
Hat diyarkirin ku hinek şirketên firokevaniyê yên li herêmê geştên xwe paş xistine û hinek ji wan jî geştên xwe yên li ser hinek xetan betal kirine.
Balyozxaneya Amerîkayê diyar kir ku ne tenê li Rojhilata Navîn, mîsyonên dîplomatîk ên Amerîkayê yên li derveyî herêmê jî dibin armanc.
Balyozxaneyê hişyarî da û got, dibe ku Îran û komên ku ew piştgiriyê dide wan li seranserê cîhanê berjewendiyên din ên Amerîkayê bikin hedef.
Di daxuyaniyê de her wiha hat ragihandin dibe ku sazî û dezgehên ku pêwendiya wan bi Amerîkayê re hene yan jî welatiyên Amerîkayê bi xwe bibin armanca wan koman.
"Planên xwe yên geştê dîsa binirxînin"
Di dawiya daxuyaniyê de ji welatiyên Amerîkayê yên ku li derveyî Rojhilata Navîn in jî daxwazek hat kirin.
Ji wan hat xwestin ku planên xwe yên geşta ber bi herêmê ve yan jî geştên xwe yên transît dîsa binirxînin.
Ji rêwiyan hat xwestin ku ji bo hînbûna guherînên di bernameyên geştan de yekser bi şirketên firokevaniyê re têkiliyê deynin.
Amerîkayê ev hişyariya ewlehiyê di demekê de da ku ev 12 şev in êrişên wê yên li ser herêmên cuda yên Îranê didomin.
Îran jî wekî bersiv li hinek deverên welatên Kendavê dixe.
Ji ber van şer û pevçûnan, hinek şirketên firokevaniyê jî geştên xwe yên ber bi herêma şer ve paş xistine.



