New York (Rûdaw) - Paşeroja Sûriyeyê û qonaxa veguhêz a siyasî û HSD mijara civîna Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî bû.
Tiştê ku bala çavdêran kişand, bêdengiya welatên zilhêz a li ser rola Kurdan û pêgeha Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bû.
Rûdaw hûrgiliyên civînê û helwestên nakok ên Amerîka, Rûsya û welatên din eşkere dike.
Bêdengiya welatên zilhêz
Paşeroja Sûriyeyê babeteke germ a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ye.
Lê kêm welatan qala Kurdan û rola wan a di paşeroja wî welatî de kir.
Di civîna roja sêşemê de, pêşî Nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Claudio Cordon qala pêşketin û astengiyan kir û got:
“Li bakurrojhilatê Sûriyeyê, li gorî peymana 29ê Kanûna Paşîn, pêşketina di yekxistina leşkerî û ewlehiya navxweyî de didome.
Di yekxistina dadweriyê û temamkirina yekxistina Wezareta Kar û Karûbarên Civakî de pêşketin çêbûye.
Ev wezaret, yekem wezaret bû ku ev yek ragihand. Her wiha li qadê, malbatên Kurd ên koçber vedigerin Efrînê."
Paşeroja şervanên YPJyê
Dema ku şervanên HSDyê tevlî hêzên Şamê dibin, pirsek derdikeve holê.
Gelo dê fermanê ji kê wergirin? Dê ji efserên Kurd ên wekî Mezlûm Ebdî wergirin an dê ji efserên Şamê wergirin?
Nûnerê Neteweyên Yekbûyî bal kişand ser paşeroja şervanên jin ên Kurd û ev yek wekî pirsgirêkeke çaresernekirî dît.
Claudio Cordon li ser vê yekê jî wisa axivî:
"Dan û standin li ser çend mijaran didomin. Di nav wan de rêkxistina fermandariyê, tevlîkirina Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ), birêvebirin û damezrandina îdarî û birêvebirina çavkaniyên xwezayî hene."
Amerîka, Çîn û Fransayê qala Kurdan nekir
Nûnera Amerîkayê ku hevpeymana Kurdan a dijî DAIŞê ye, qala DAIŞ, Îran û Hizbulahê kir lê bi yek peyvê jî qala Kurdan û HSDyê nekir.
Alîkara Nûnera Amerîkayê ya Neteweyên Yekbûyî Tami Brosê got, “Balkêş e ku îro Hikûmeta Sûriyeyê di şerê dijî DAIŞ û Hizbulahê de li herêmê serkirdeyek e."
Bi heman awayî, Çînê jî navê Kurdan neanî zimên û tenê daxwaz ji aliyan kir da ku nakokiyên xwe çareser bikin.
Alîkara Nûnerê Çînê yê Neteweyên Yekbûyî Sun Leiyê got, "Em piştgiriyê didin hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê û hemû aliyan.
Em dixwazin ew li gorî berjewendiyên bingehîn ên gel bixebitin. Divê yekîtiya navxweyî bihêz bikin, nakokiyan çareser bikin û bi hev re pêvajoyeke siyasî bi pêş bixin."
Heta Fransa jî qala Kurdan nekir. Serokê Fransayê du hefte berê çûbû Şamê û Fransa wekî dostekî dêrîn ê Kurdan tê dîtin.
Alîkara Nûnera Fransayê ya Neteweyên Yekbûyî jî wiha peyivî, "Pêvajoya siyasî ya welêt, bi destpêkirina civîna yekem a Encumena Gel re derbasî qonaxeke nû bû. Pêkhateya Parlamentoya Sûriyeyê, ji bo nûnertiya pêkhateyên cuda gaveke ber bi pêş e."
Tenê Rûsyayê bal kişand ser mafên Kurdan
Rûsya yekane zilhêz bû ku bi eşkere navê Kurdan anî zimên û bal kişand ser mafên wan.
Alîkara Nûnera Herdemî ya Rûsyayê ya Neteweyên Yekbûyî Anna Evstigneevayê got:
"Tevlîkirina van xalên girîng ên di nav peymana Şam û HSDyê de mînakeke gelekî baş e.
Her wiha di fermana serokatiyê ya 16ê Kanûna Paşîn a 2026an de jî mafên Kurdan hatin garantîkirin."
Paşê Balyozê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Îbrahîm Olebî ji Rûdawê re axivî.
Wî li ser pirsa “Mafên Kurdan dê di destûrê de cih bigirin an na” bersiveke nezelal da:
"Niha parlamentoyeke me heye ku bi temamî pêk hatiye. Ev pirs dê werin pêşiya parlamentoyê. Dê destûr bê amadekirin. Komîte dê di parlamentoyê de bin. Hikûmet êdî ji vê ne berpirsiyar e."
Gelo dê Sekreterê Giştî bi Mezlûm Ebdî re bicive?
Vê hefteyê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî dê biçe Sûriyeyê.
Tê payîn ku ew li wir bi Ehmed Şer û berpirsên din re bicive.
Lê hîn ne diyar e ku ew dê bi General Mezlûm Ebdî re jî hevdîtinê bike yan na.


.webp&w=3840&q=75)