Washington (Rûdaw) - Li Senatoya Amerîkayê li ser şerê Îranê nîqaşên dijwar derketin.
Senatorên Demokrat bi tundî li dijî daxwaza Wezîrê Şer ê Donald Trump sekinîn.
Wan ragihand ku ew ne amade ne deng bidin budceya nû ya şer.
Di rûniştinê de, dema ji wezîr hat pirsîn ka gelo Îran xwedî çekên atomî ye yan na, wezîr bersiveke dûrî pirsê da.
Wî got ku eger biçin cem CENTCOMê dikarin bizanin ka ew ji bo karê xwe çi qasî dilsoz in.
Parçebûna li Kongreyê û daxwaza 87 milyar dolaran
Şerê Îranê dest pê kiriye û roj bi roj Serokê Amerîkayê Donal Trump zêdetir gefan li Îranê dixwe.
Lê ji bo domandina vî şerî pêwîstiya Pentagon û îdareya Trump bi Kongreyê heye da ku pereyan ji wan re terxan bike.
Pentagonê daxwaz kiriye ku bi lez nêzîkî 87 milyar dolaran ji aliyê Kongreyê ve bê dayîn.
Ev pere ji budceya daxwazkirî ya Pentagonê cuda ye ku destpêka îsal daxwaza 1,5 trilyon dolaram kiribû.
Lê li gorî Demokratan, Qesra Spî Donald Trump û Wezareta Parastinê ti plan û stratejiyên wan nînin.
Demokrat dibêjin divê ew pêşî siyaseta xwe zelal bikin û paşê daxwaza pereyan bikin.
Endamê Kongreyê yê Demokrat William Keating li ser mijarê got:
"Bi baweriya min, Serok xwe xistiye nav gêjaveke wisa ku derketina ji wê derê ne hêsan e.
Pêwîst bû wî şêwir bi Kongreyê bikira û bi hevpeymanan re bişêwiriya. Pêwîst bû planeke wî ya pêşwext hebûya. Ji ber vê yekê bi baweriya min ev pirsgirêk e."
"Zimanê dîplomasiyê bi ser neket"
Demokrat ji destpêkê ve li dijî vî şerî bûn.
Ji ber vê yekê xuya nake ku ew dê bi hêsanî daxwazên Pentagonê yên ji bo dabînkirina pereyên zêde qebûl bikin.
Lê Komarî tam beravajî li vê rewşê dinêrin.
Li gorî nêrîna beşek ji wan, Amerîkayê zimanê aştî û dîplomasiyê bi Îranê re ceriband lê bi ser neket.
Ji ber vê yekê divê bi zimanê şer bi Îranê re biaxivin.
Endamê Kongreyê yê Komarî Michael McCaul dîtinên xwe wiha anîn zimên:
"Me dan û standin ceribandin lê bi baweriya min heta ku ev rejîm li ser desthilatê be, ev hêviyeke têkçûyî ye.
Di paşerojê de CENTCOMê hêzên me li dijî wan bi kar anîn. Lewma divê em bingehên wan ên mûşekan, dronên wan ên Şahid û mûşekên wan ên balîstîk ji holê rakin.
Welatên Kendavê hevpeymanên me ne û hemû li dora armanca me kom bûne. Bi baweriya min me derfet da aştiyê lê wan red kir, ji ber vê yekê niha ew alternatîfa aştiyê dibînin."
Metirsiya li ser welatên herêmê
Her çend şer di navbera Amerîka û Îranê de ye jî ji ber vî şerî welatên herêmê, ji Kendavê heta Kurdistanê, rûbirûyî êriş û zereran bûne.
Vê yekê di Kongreyê de jî dilgiranî çêkiriye.
Hinek ji endamên Kongreyê li gel daxwaza piştgiriyê ya ji bo wan welatan, di heman demê de daxwaz dikin ku ew welat hemû bi hev re li dijî Îranê hevpeymaniyekê pêk bînin.
Endamê Kongreyê yê Komarî Keith Self bal kişand ser heman xalê û got:
"Pêwîst e ew welat hemû bi hev re hevpeymaniyekê pêk bînin. Ji ber ku em dibînin Îran êrişî hemû cîranên xwe dike.
Lewma ez bawer im ku pêwîst e ew bi Amerîkayê re li dijî Îranê hevpeymaniyeke mezintir pêk bînin."
Gefên Trump ên tund
Donald Trump dibêje ku ew dê li beramberî kuştina her leşkerekî Amerîkayî û her êrişeke Îranê, deh qatan tundtir li Îranê bixin.
Di heman demê de, eger Îran bi her awayî êrişî keştiyên bazirganiyê bike, Amerîka dê bi armanckirina binesaziya sivîl a Îranê bersiva wan êrişan bide.


.webp&w=3840&q=75)