Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio got ku pêbendbûna Amerîkayê ya bi Yekîtiya Neteweyên Asyaya Başûrêrojhilat (ASEAN) re didome.
Rubio her wiha diyar kir ku daxwaza Îranê ya ji bo avakirina kontrolê li ser Tengava Hurmizê li dijî hiqûqa navneteweyî ye.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê di axaftina xwe ya li Civîna Wezîrên Karên Derve yên ASEANê ya li Fîlîpînan de peyama "Amerîka li cem ASEANê ye" ducare kir.
Marco Rubio da zanîn ku birêvebiriya Washingtonê dê pêwendiyên xwe yên bi herêmê re bi rêya ASEANê bimeşîne.
Her wiha wî ragihand ku dê Amerîka li Asyaya Başûrêrojhilat bi qasî 2,5 milyar dolarî veberhênana stratejîk bike.
Rubio da zanîn ku dê Amerîka ji bo xebatên paqijkirina mayînan nêzîkî 130 milyon dolarî piştgiriyê bide welatên ASEANê.
Wî anî zimên ku dê di çarçoveya ewlehiya enerjiyê de bipêşxistina bazara gaza xwezayî ya LNGyê, bernameyên enerjiya nukleerê ya sivîl û hevkariya ji bo zincîrên dabînkirina madenên krîtîk jî bidome.
“Eger Îran cidî be em jî cidî ne”
Rubio qala rûdanên dawî yên li Rojhilata Navîn kir.
Wî eşkere kir ku Amerîka ji çareseriya dîplomatîk re vekirî ye lê Îranê sozên xwe yên di dan û standinan de bi cih neanîne.
Rubio diyar kir ku Îranê bi awayekî rasterast û nerasterast bi Amerîkayê re pêwendî daniye û daxwaza hevdîtinê kiriye.
Marco Rubio li ser vê mijarê got, "Eger ew cidî bin em jî cidî ne. Eger ne cidî bin em dê ji bo parastina berjewendiyên xwe û berjewendiyên hevpeymanên xwe gavên pêwîst biavêjin."
Her wiha Rubio îdia kir ku Îran dixwaze trafîka deryayî ya ku di Tengava Hurmizê re derbas dibe kontrol bike û ji keştiyan pereyê derbasbûnê bistîne.
Wî destnîşan kir ku vê yekê di hiqûqa navneteweyî de ti bingehên xwe nînin.
Peymana Îslamabadê
Ji bo bidawîkirina şerê ku bi êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li dijî Îranê dest pê kiribû, Washington û Tehranê 14ê Hezîranê Peymana Îslamabadê îmze kiribû.
Di peymanê de ji bo peymana dawî dema 60 rojî ya dan û standinê hatibû diyarkirin.
Lê belê artêşa Amerîkayê 8ê Tîrmehê li dijî Îranê dest bi êrişên nû kiribû.
Îranê jî wekî bersivdana van êrişan baregehên Amerîkayê yên li welatên cîran kiribûn hedef.


.webp&w=3840&q=75)
