Hewlêr (Rûdaw) - Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî li ser Sûriyeyê civiya û yek ji mijarên civînê peymana HSD û Şamê bû.
Alîkarê Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyeyê Claudio Cordone ragihand ku gotûbêjên li ser bicihanîna peymana HSD û Şamê didomin.
Claudio Cordone her wiha anî zimên ku di navbera her du aliyan de bipêşketin çêbûne û hevgirtina karmendên Wezareta Kar û Kar û Barên Civakî ya Rêveberiya Xweser a bi Şamê re bi dawî bûye.
Alîkarê Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê NYyê yê Sûriyeyê Claudio Cordone di civîna Konseya Ewlehiyê ya li ser pirsa Sûriyeyê de axivî.
Claudio Cordone got, "Birêz Serok, li gorî peymana 29ê Kanûna Paşîn a di navbera HSDyê û Şamê de, li herêma bakurrojhilat di warê hevgirtina leşkerî û asayîşa navxwe de bipêşketin didomin."
Peymana HSD û Şamê
Destpêka Kanûna Paşîn a îsal, hêzên hikûmeta Sûriyeyê êrişî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Kurdan ên li Helebê kiribû û paşê jî êrişî Rojavayê Kurdistanê kiribû.
Dawiya heman mehê, her du aliyan li ser hevgirtina saziyên Rojavayê Kurdistanê û hikûmeta Şamê peymanek îmze kir.
'Malbatên Kurd vegeriyan Efrînê'
Cordone li ser encamên wê peymanê got, "Hevgirtina Wezareta Kar û Kar û Barên Civakî bi dawî bûye û ev wezareta ewil e ku vê pêngavê radigihîne.
Di warê meydanî de malbatên Kurd ên koçber vegeriyan Efrînê. Gotûbêjên li ser gelek mijaran didomin.
Di nav van de rêxistinkirina serkirdayetiyê, hevgirtina Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ), pirsên birêvebirinê, tayînkirinên îdarî û birêvebirina çavkaniyên xwezayî hene."
Li gorî gotina Cordone, her çend hîn jî li ser bicihanîna gelek ji van xalan nêrînên cuda hebin jî ev pêvajo didome û ew piştgiriyê didinê.
Cordone destnîşan kir, "Bê guman ti kesî pêşbînî nedikir ku ev erkekî asan be."
.webp&w=3840&q=75)


