Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump bi awayekî tund hişyarî da Îranê û got, “Hûn dê bedêla leşkerên Amerîkayî bidin.”
Trump diyar kir ku ew dê bi giranî bersiva êrişên li dijî leşkerên Amerîkayê bidin.
Trump li ser hesabê xwe yê Truth Socialê peyamek belav kir û got, "Her dema ku Îran leşkerekî Amerîkayê bikuje, dê bedêla wê qat bi qat bide."
Trump eşkere kir ku wî ev ferman daye Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth, Serokerkanê Amerîkayê Orgeneral Daniel Caine û hemû fermandarên leşkerî.
Alozî zêde dibin
Divê were gotin ku aloziyên leşkerî yên di navbera Amerîka û Îranê de careke din zêde bûne.
Artêşa Amerîkayê van rojên dawî bi taybetî êrişên asmanî yên li dijî armancên li başûrê Îranê didomîne.
Îranê jî ragihand ku wan bi mûşek û dronan êrişî baregeh û navendên leşkerî yên Amerîkayê yên li herêmê kiriye.
Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan jî berê ragihandibû ku welatê wî bi Amerîkayê re di nava "şerekî berfireh" de ye.
Pentagon: 3 leşkerên Amerîkayê mirin
Pentagonê piştrast kir ku di êrişên dawiya hefteyê de 3 leşkerên Amerîkayê mirine.
Li gorî daxuyaniyê, 2 leşker li baregeheke leşkerî ya li Urdinê û leşkerek jî li Başûrê Kurdistanê miriye.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) berê ragihandibû ku li Başûrê Kurdistanê di dema xistina droneke Îranê de leşkerekî Amerîkayê miriye.
Şerê di navbera Amerîka û Îranê de tevî peymana agirbestê jî didome.
Ev peyman meha hezîranê bi navbeynkariya Pakistanê hatibû îmzekirin û armanca wê rawestandina şer bû.
Her du aliyan van hefteyên dawî êrişên xwe zêde kirine.
Ev yek jî tirs û fikarên şerekî berfirehtir ê li herêmê xurttir dike.



